‘Gelê Şengalê bi rêxistinbûna xwe bersiv da hêzên desthilatdar û îxanetkarên PDK’ê’

Yek ji şahidên fermana Şengalê Netewî Xemgîn ku di şerê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de cih girtibû, diyar kir ku wan bi avakirina Pergala Netewa Demokratîk bersiv dane hêzên desthilatdar û îxanetkarên PDK’ê.

Netewî Xemgîn yek ji Şahidên fermana Şengalê bû û her wiha cihê xwe di parastina Şengalê de ya li dijî çeteyên hov a DAÎŞ’ê girtiye. Netewî Xemgîn ji ANF’ê re qala destpêka avakirina meclis û bi rêxistin kirina gel li Şengalê kir.

ÎHTÎMALA ÊRÎŞA LI SER ŞENGALÊ HEBÛ

Xemgîn diyar kir ku ew di navbera salên 2013 û 2015’an de li Şengalê bû û wiha got, “Dewleta Iraqê û hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê di warê aborî, parastin û xizmetguzarî de girîngî nedidan Şengal û gelê Şengalê. Di wan salan de li Rojavayê Kurdistanê jî li dijî hêzên gelê Kurd êrîşek dijwar hebû. Ji bo pêşî li qirkirina gelê Êzidî bê girtin, wê demê me civîn ji gel re çêkir û me meclîsên gel li gorî derfetên xwe ava kir. Îhtîmalek mezin hebû êrîş li ser Şengalê pêk bê, gelê Şengalê ji ber bê parastin bû, pêdivî bi zanîna parastina rewa hebû.”

GELÊ ÊZIDÎ JI SIYASETÊ HATIBÛ DÛR XISTIN

Xemgîn da zanîn ku wan di Tebax û Cotmeha 2013’an de dest bi xebata rêxistinkirina jinên Şengalê kirine û wiha dewam kir, “Xeteriyek mezin li ser Şengalê hebû. Baweriya gel bi civînên ku dihatin lidar xistin hebûn, ji ber me wan ji geşedanên siyasî agahdar dikir. Gelê Êzidî ji siyasetê hatibûn dûrxistin. PDK’ê bi alîkariya madî gel bi xwe ve girêdida. Ji bo gel xwe biparêzin tu derfet nehatibû avakirin û gel ji zanîna parastinê hatibûn dûr xistin. Di wan civînên me de gel hinek hişyar bibûn.”

NAKOKIYÊN OLÎ DERDIXISTIN

Netwî Xemgîn anî ziman ku wan heta Sibata 2014’an xebatên rêxistinkirina gel berdewam kirine û wiha axivî, “PDK’ê ji bo pêşî li xebatên me bigirin, nakokiyên olî derdixistin. Ji gelê Êzidî re digotin ‘fikra TEV-DEM’ê ya ola îslamî ye, tu têkiliya wan bi ola we re nîne’. Bi nakokiyên olî dixwestin xebatên me vala derbixin. Xebatkar û rêveber di warên çandî, siyasî û civakî ve tengav dikirin. Endamê Rêveberiya Civaka Sivîl Seîd Hesen, keça wî û şehîd Zerdeşt hebûn. Gelek endamên ku wê demê rastî zextê PDK’ê hatin, di şerê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de şehîd bûn.”

LI SER XEBATÊN RÊXISTINKIRINÊ ZEXTÊN PDK’Ê

Xemgîn da xuyakirin ku PDK’ê ji bo çalakiyên nerazîbûnê yên 15’ê Sibatê û 8 Adarê gelek astengiyan derxistine û mêhvanên ku ji derve hatine, hatine astengkirin û bi çekên giran êrîşê şahiya 8’ê Adarê kirine. Xemgîn bi lêv kir ku tirsa wan ji rêxistina gel hebû ji ber wê li dijî her çalakiyek sivîl êrîş pêk dihat û wiha domand, “Di Newroza 2014’an ji ber hejmara gel zêde bû, nekarîn gel belav bikin. Di cejna Çarşema Sor de jî êrîş pêk anîn. Di her warî de zext dikirin. Ji ber vê yekê pêdivî hat dîtin ku Tevgera Ciwanan xwe bi rêxistin bike. Ciwanan wê demê biryara lidar xistina konferansê dan. PDK’ê destûr neda, li ser vê yekê ciwanan di konekê de konferansa xwe lidar xistin. Konferansa ciwanan bi perspektif û biryarên xurt bi dawî bibû. Bi konferansê re ciwanan xwe bi rêxistin kirin û navê Tevgera Ciwanên Êzidî li xwe kirin.”

GELÊ ŞENGALÊ BANGA PARASTINÊ KIRIBÛ

Netewî Xemgîn diyar kir ku piştî çeteyên DAÎŞ’ê ket Mûsilê, gelê Şengalê ket ferqa xeteriyê û wiha pêde çû, “Dema çeteyên DAÎŞ’ê ketin Til Afarê, gelê Şengalê bang li Hikûmeta Herêmê kir ku xeta parastinê ava bike û gel li dijî êrîşek ku pê bê bi çek bike. Lê hêzên PDK’ê her ji gelê Şengalê re digotin ‘DAÎŞ nakeve Şengalê’. PDK’ê gel da bawerikirin ku wê şer li Şengalê pêk neyê. Piştî çeteyên DAÎŞ’ê derdora Şengal jî dorpêç kir. Tenê yek rê ji bo gelê Şengal vekirî bû, ew jî ketibû destê DAÎŞ’ê. Tenê riya Rebîa hebû ew jî di roja 2’ê Tebaxê de pêşmerge ji wê riyê reviyan û çekên giran ji nav gel derxistin, bi xwe re birin. Di nava gel de tirsek mezin çêbû, gel bê parastin û bê çek hat hiştin. Di 3’ê Tebaxê de çeteyên DAÎŞ’ê di aliyê Gir Îzîr û Gir Zerik ve dest bi êrîşê kir.”

BAWERIYA GEL ŞIKESTIBÛ

Xemgîn anî ziman ku wan li dijî êrîşên qirkirina gelê Êzidî wek TEV-DEM’ê biryara berxwedan û parastinê girtine û wiha got, “Çekên me tine bû, ji bo em pêşî li pêşmergeyan bigirin, em bûn bend, lê ew ser me re çûn û çek li me rakirin ji bo em rê bidin wan. Gelek alozî derketibû wê demê. Ez bê çek bûm, heval Adar çeka wê hebû, me ji pêşmerge çek xwest, nedan me. Gel di nava panîkek mezin de bûn. Gelê Êzidî digot ‘Pişta me tune ye û baweriya wan şikest’. Gel berê xwe dan çiyayê Şengalê û Rebîa da ku derbasî aliyê Rojava bibin.”

‘ÊRÎŞ BI HEVKARÎ Û LIHEVKIRINÊN DESTHILATDARAN PÊK HATIBÛ’

Netewî Xemgîn diyar kir ku fermana Şengalê û êrîşên li ser gelê Êzidî pêk hatî, naşibihe ti şerî û wiha hat gotin, “Di ti olî û zagonên şer de şerek, êrîşek, komkujiyek û qirkirinek bi vî awayî tune ye. Rastî qirkirin û tinekirin armanc kiribûn. Êrîş bi hevkarî û lihevkirinên hêzên desthilatdar pêk hatibû. Gelek berdêlên giran hat dayîn. Bi hejmarek kêm berxwedanek bê hempa hebû. Hevalek bi navê Can Polat hebû, wêneya Rêbertî hildide û berê xwe dide Şengalê. Bi tenê serê xwe ber bi DAÎŞ’ê ve meşiya, da ku parastinê Şengalê bike.”

GELÊ ŞENGALÊ ÊDÎ BI HÊZÊN XWE, XWE BI RÊVE DIBIN’

Xemgîn da zanîn ku ji ber gel tirsek mezin jiya, bawerî nedidan kesekî û ev tişt got, “Şervanên YPG û YPJ’ê û gerîla di du rojan de xwe gihandin Şengalê. Gel di kela germa havînê de, birçî, tî li wan çiyan ji bo jiyanê li ber xwe didan. Gelê Şengalê dema şervanan dîtin, coşek çêbû. Li hev kombûn, bi qasî derfetên heyî, hewl dan xeta parastinê ava bikin. Li dijî çeteyên DAÎŞ’ê berxwedanek bê hempa hat meşandin. Ji bo rêyek bê vekirin berdêlên mezin hatin dayîn. Piştî Şengal hat rizgarkirin pergala netewa demokratîk hêj bêhtir rûnişt û gelê Şengalê bi vî rengî bersiva herî xurt da îxanetkarên PDK’ê. Ciwanên Şengalê hêzên xwe yên parastinê YJŞ’ê avakirin. Gelê Şengalê êdî bi hêza xwe xwe bi rêve dibin.”