Amûrên leşkerî bi rêya hesinî têne veguhestin

Bi sedan wesayitên zirxî yên bi ferîbotên li ser xeta Tetwan-Wanê anîn Wanê, bi rêya hesinî derbasî aliyê Îranê hatin kirin.

Bi sedan wesayitên zirxî, li xeta Tetwan-Wanê bi rêya ferîbotê anîn Bendergeha Wanê. Wesayit piştre li trenê hatin barkirin û ber bi aliyê Îranê ve hatin şandin. Wesayitên leşkerî yên ku hatibûn nixumandin, nayê zanîn bê bi ku ve birine. Li gorî agahiyan, di hundire bi dehan vagonên girtî de jî çek hebûn.

Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku Kurdistan kiriye qada şer, bajarên Bakurê Kurdistanê bi rejîma Rewşa Awarte (OHAL) bi rê ve dibe. Di serî de Wan û Colemêrg li her bajarekî Kurdistanê li navenda bajêr û taxên wê wesayitên zirxî hatine bicihkirin. Desthilatdariya ku hêza leşkerî li Kurdistanê zêde dike, li gel rêyên hewayî û bejahî, bi rêya hesinî jî alavên leşkerî vediguhezîne.

Trena bar a ku ji Stenbolê bi rê dikeve, ji ser navçeya Tetwan a Bedlîsê, di ser Gola Wanê re bi ferîbotê digihêje Wanê. Vagonên wê piştre ji ferîbotê têne danîn û diçe Wanê. Rêya hesinî ku berê bi giranî ji bo rêwiyan dihate bikaranîn, piştî ku li Kurdistanê şer giran bû, dest bi veguhastina amûrên leşkerî kir.

Rojên dawî bi sedan wesayitên zirxî û amûrên leşkerî di hundirê vagonên girtî de anîn Bendergeha Wanê. Alavên leşkerî yên li vir têne rawestandin, piştre ber bi Îranê ve têne şandin.