Gardiyanan êşkence li girtiyê bi nexweşiya epîlepsî kirin

Gardiyanan êşkence li girtiyê nexweş Fewzî Fîdan kirin, ku li Girtîgeha bi Ewlehiya Bilind Xarpêtê di hucreya yek kesî de tê girtin.

Fewzî Fîdan ê ku bi nexweşiya Epîlepsî ye, her wiha li pişta wî kîst heye û baş nabîne. Fewzî Fîdan bi rêya telefonê bi dapîra xwe Rahîme Fîdan re axivî û diyar kir ku li girtîgehê êrîş li wan tê kirin.

Dapîra wî Fîdan ragihand ku gardiyan li neviyê wê Fewzî Fîdan xistine û got: “Neviyê min got ku gardiyanan avêtine ser hucreya wan û li wan xistine."

Rahîme Fîdan wiha ser zêde kir: "Li neviyê min cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê hatiye birîn û li hucreya yek kesî de tê hiştin. Di nav rewşeke pir zehmet de ye û ji min re got, ku vê yekê bi raya giştî re parve bikim. Neviyê min ji xwe nexweş e, li wî û hevalên wî dane. Bi awayekî kêfî bi ser hucreya wan de digrin û li wan dixin."

Fîdan wiha dewam kir: "Bi neviyê min re fitika piştê heye, di rewşekê pir xerab de ye. Daxwaza wan ew e ku raya giştî dengê wan bibihîze. Divê xwedî li neviyê min û hevalên wî derbikevin. Ez ji ber nexweşiya xwe nikarim herim hevdîtinê. Ez ji bo vê pir xemgînim. Yekane daxwaza me ew e ku demildest dawî li pêkanînên kêyfî û êşkenceyê bê anîn û girtiyên nexweş bên dermankirin."