PDK dîsa xwedî li dewleta Tirk a dagirker derket

Tevî ku gelek aliyên Iraqî û yên Başûrê Kurdistanê weke berteka li dijî qetlîama Perexê ya ji aliyê dewleta Tirk ve hat kirin malên Tirkî boykot bikin, PDK’ê dîsa bi biryara ku girt hewl dide xwedî li Tirkiyeyê derkeve.

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker gundê Perexê ya Zaxoyê bombe li geştyarên Iraqî barand û di encamê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û 23 kes jî birîndar bûn, welatiyên Iraqê daketin kolanan û bertekên pir tund nîşanî dewleta Tirk a dagirker dan. Li ser wan bertekan hikûmetên Iraq û herêma Kurdistanê jî neçar man ku daxuyanî bidin û helwesta xwe nîşan bidin. Her wiha li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî giliyê Tirkiyeyê kirin. Li aliyê din welatiyên Iraqê û hin aliyên Başûrê Kurdistanê ragihandin ku divê hêzên Tirk ji xakên Başûrê Kurdistanê û Iraqê bên derxistin. Her wiha biryar girtin ku kelûpelên Tirkî nekirin û bi vî rengî bertekên xwe li dijî sûcên dewleta Tirk nîşan bidin.

Bi ruxmê ku helwesta gelên Iraqê û Başûrê Kurdistanê zelal e, îro Serokê Dîwana Desteya Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Umêd Sebah di civînek çapemeniyê de li Zaxo ragihand, hikûmeta Herêma Kurdistanê hewil dide bazirganiya ligel Tirkiyeyê zêdetir bike.

Bi vê daxuyaniyê careke din eşkere bû ku PDK li gorî berjewendiyên dewleta Tirk di dewrê de ye û ketiye nava hewldanan.

Ji beriya niha bazirganiya di navbera Tirkiye û Iraqê de salane 20 milyar dolar bû. Dewleta Tirk ragihandibû ku ew di nava hewildanan de ne kapasîteya bazirganiya li gel Iraqê zêdetir bikin. Piştî komkujiya Perexê jî gelek odeyên bazirganî yên Iraqê ragihandin yek ji berteka ku Iraq dikare li dijî dewleta Tirk bike, boykotkirina kelûpelên dewleta Tirk a dagirker e.

Tê zanîn xwepêşandanên ku wê li dijî Qetlîama Perexê, li Hewlêrê pêk bihatiba ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatibû astengkirin.