Di bîranîna li Şengalê de banga xurtkirina yekîtiyê hat kirin

Bi wesîleya 8. slavegera Qirkirina Êzidiyan li Şengalê merasîmek bîranînê bi dirûşmeya “Avakirina Rêveberiya Xweser a Şengalê hesabxwestina ji fermanê ye” hat lidarxistin. Di merasîmê de banga yekîtiyê li Êzidiyan hat kirin.

Bi boneya 8. slavegera Qirkirina Êzidiyan ya 3’yê Tebaxa 2014’an li Şengalê îro li tevahiya rojê li Şengalê çalakî hebû.

Piştî çalakiyên danê sibê ya rawestandina jiyanê û belavkirina avê, saet 17.00’an jî meşeke girseyî li dijî fermana 3’yê Tebaxê hate lidarxistin. Meş ji çerxerêya Yermukê destpê kir û heta pêşiya avahiya Meclîsa Şengalê berdewam kir.

Ji bo bîranîna şehîdên fermana 3’yê Tebaxa 2014’an li Şengalê piştî meşê merasîmek bi dirûşmeya ‘Avakirina Rêveberiya Xweser ya Şengalê hesab xwestina fermana ye’ li ber avahiya Meclîsa Gel a Şengalê bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên fermanê destpê kir.

Merasîm bi peyam û axaftinan berdewam kir. Axaftina yekem a bernameyê ji aliyê yek ji Oldarên Êzidiyan Bedel Îdo ve hate kirin.

Bedel di destpêke axaftina xwe de spasiya civaka Êzidî kir û wiha got: “Em gelek spasiya civaka xwe dikin..., Tawise Melek alîkariya wan bike. Xwedê şehîdan birehmîne. Em Êzidî divê zarokên xwe keç û jinên xwe fêrî bikar anîna çek bikin da ku bikaribin parastina xwe bikin. Sipasiya hezen YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê dikin ku ew 8 salin Şengalê diparezin. Ez hêvî li civaka Êzidî dikim ku em bi hevre destê dijmin bişkînin.”

Li ser navê Reveberiya Xweser a Şengalê jî Heso Îbrahîm axivî û diyar kir ku xayînên di nav civakê de nikarin li ser civakê biaxivîn û wiha axaftina xwe domand: “Em spasiya we dikin ku îro hûn li vir amedebûn. Xizmeta her kesî ji me qebûle û em spasiya wan dikin. Em di şexsê Şehîd Salih zaroka ku li Sinûne şehîd bû û Şehîd Îbrahîm Derwêş de bi giştî şehîdan bibîr tînin. Em silavên xwe ji Şengalê heta Îmraliyê dişînin. Rêber Apo roja fermanê şervanên xwe ji me re şand. Her wiha em silava xwe ji gerîlayên azadiyê re dişînin, ji ber ku roja fermanê bi hawara xelkê me ve hatin. Nabe ku mirov tenê dijminên xwe şermezar bike, wan ferman bi ser me anîn, divê em hesabê ji wan bixwazin. Ger îro hin xayîn di nav me de ne, weke Şehîd Zerdeşt gotiye ew ne Êzidî ne, ew nikarin li ser civaka me biaxivin. Ger yek li ser navê gelê me biaxive ew jî YBŞ û YJŞ’ê ne. Ji bo ku yên roja fermanê xwîna xwe rijandin ew bûn. Zarokên Êzidiyan, Asayîşa Êzîdxanê ye, ji ber ku ew parastina Şengalê dikin. Hinek din dibêjin Şengal ne arame, lê Şengal ji Bexda aramtire. Em dibêjin em şopdarê şehîdan bin, zû û ne dereng em hesab ji wan dijminên xwe bipirsin. Serê malbatên me yên şehîdan sax be.”

Her wiha li ser navê Desteya Eşayirî jî Nayif Şemo axivî. Nayif di axaftina xwe de bang li girseyê kir û wiha pêde çû: “Ji bo ferman dubare nebe destê xwe bidin destê hev. Dilxwazê yek bin, xêrxwazê yek bin. Pêwîste Ezidî serê xwe bide lê sira xwe nede. Bila em li hember dijminê xwe bên kuştin. Me gelek ezîz dan û emê hîn jî bidin. Bila dijmin baş bizanibe heta yek Êzidî jî bimîne emê dest ji doza xwe bernedin. Di nav civaka me de bi hezaran Zerdeşt, Zekî, Mervan û Bêrîvan hene. Em sersaxî ji hemû malbatan re dixwazin. Em ji bîr nekin ku em deyndarê PKK’ê ne. Kesek xwedî li Şengalê derneket ji bilî PKK’ê. Em spasiya xelkê Başûrê Kurdistanê jî dikin ji bo ku roja fermanê deriyên xwe ji me re vekirin.”

Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî jî Dayê Kinê axivî û banga xurtkirina rêxistina Êzidiyan kir û destnîşan kir: “Em wek TAJÊ hemû şehîdên fermanan bibîr tinîn û bejna xwe li ber wan ditewînin. Emê tola şehîd û keç û jinên ku niha li sûkan tên firotin hilînin. Em tû car cangoriyên xwe ji bîr nakin. Eger em ji bo xwe nekin wê kesek ji me re neke. Pewîste em tola keç û jinên xwe rakin. Sed ferman hate ser me, lê wê demê PKK li vir nebû. Dijmin hebûna PKK’ê ji xwe re dike hincet. Ew dixwazin ola me tune bikin. Em soz didin ku ji vê dozê venagerin. Pewîste em roja fermanê ji bîr nekin. Emê li pey doza Şehîd Mervan, Şehîd Mam Zekî û Şehîd Bêrîvan bin. Em bang li gel dikin ku rêxistin û zanabûna xwe xurt bikin. Hêza xwe ya parastinê xurt bikin.”

Piştre yek ji endamên Fermandariya YBŞ’ê Qehtan Elî di axaftina xwe ya di merasîmê de kirî de soza xwedîderketina li civaka Êzidî û axa Şengalê da û wiha dewam kir: “Em hemû şehîdên fermanê bibîr tînin û bi taybet em şehîdên Tevgera Apoyî bibîr tînin. Em silavên germ ji Şengalê di serî de ji bo Serok Apo û fermandarên PKK’ê re dişînin. Sala 2014’an di bin parastina PDK’ê de ferman li ser me rakirin. Ji bilî PKK’ê kesek bi hawara me ve nehat. Sala 2022’an wê saleke dijwar be, ji ber ku peymana Lozanê xilas dibe. Pêwîste gelê me di vê salê de bi xurtî li ser xwe bisekine û tifaqa xwe çêbike. Pêwîste em ji êrîşên dijwar re amade bin. Em wek YBŞ’ê soz didin ku ji bo parastina vî gelî emê her tim amade bin. Emê li hemberê dagirkeran li berxwe bidin û gelê xwe biparêzin. Em wek zarokên Êzidî ji bo berxwedaniya gerîlayên azadiyê amade ne canê xwe bidin.”

Merasîm piştî axaftinan bi dawî bû.