Malbatên Girtiyên Behdînanê: Zarokên me li ber mirinê ne

Malbatên girtiyên Behdînanê yên di greva birçîbûnê de ne, ragihandin ku rewşa zarokên wan ber bi mirinê ve diçin.

Rewşa tenduristiyê ya girtiyên Behdînanî yên 15 roj in di greva birçîbûnê de ne, roj bi roj ber bi nebaşiyê ve diçe. Hat zanîn ku girtiyek ê rewşa wî ne baş bûye, rakirine nexweşxaneyê.

Di daxuyaniya Nûnerê Girtiyên Behdînanê rojnamevan Eyhan Seîd, têkildarê rewşa girtiyan pêşkêşê rêvebiriya Başûrê Kurdistanê û Neteweyên Yekbûyî (NY) kir de wiha hat gotin: “Xizmên me, ber bi mirinê ve diçin. Heke xeteriyek a jiyanî ya girtiyan çêbibe em ê li dadgehên Hewlêr, Bexda û navneteweyî, giliyê hikûmeta Başûrê Kurdistanê bikin. Erka her aliyekî ye ku ji dil bersivê bide û bi helwest rabe. Cezakirina aktîvîstan ji ber xwepêşandan û xebatên bi sivîlî, ji bo demokrasî û azadiya derbirîna fikir û ramanan cihê mêtirsiyê ye.”

Eyhan Seîd wiha pê de çû: “Di bin kontrola PDK’ê de, bi aşkerehî ne bi niştîmanî lê bi rikeberiyek a siyasî dibin astengî li ber xizmên me. Eger yasa serwer bin divê demildest bên berdan. Girtiyan, 19’ê Tîrmehê bi diruşma “Ya azadî ya mirin” dest bi greva birçîbûyînê kir û hinekan jî li Girtîgeha Hewlêrê dest bi grevê kir. Girtiyên di grevê de, li ber mirinê ne. Konseya Edaletê û Serdozgeriya Giştî dengê xwe ji vê yasayê re nake. Nahêle yasa bi cih bên anîn. Ji xeynê girtiyên Behdînanî bi dehan kesên din hatine cezakirin.Çend kesên din ên ji ber cuda bûyîna fikira xwe ya siyasî bêyî darizandin destgîrkirî ne jî di greva birçîbûyînê de ne.

Li gor yasayê, li gorî biryara dadgehê û kêmkirina ji sedî 50 yê cezayan ji aliyê serokê herêmê ve divê ku 5 girtiyên Behdînanî bihatina berdan. 5 kesên din jî divê du meh bi şûn de bên berdan.

Girtiyên Şêladizêyî yên bi navê Yûsif Şerîf, Mehmûd Nacî, Kovan Tarîq Cubraîl, Emced Yûsif û Nêçîrvan Hacî du sal in ji aliyê PDK’ê ve hatine girtin û nayên berdan. Li gel ku divê piştî Cejna Qurbanê bihatina berdan, hêj nehatine berdan.

Rêxistina Tîmên Avakirina Aştiya Civakê ya Emerîkayê (CPT), 7’ê Tîrmeha 2022’yan serdana Serokê Dozgeriya Giştî ya Herêmê kir, piştî du saetan serokê Dozgeriya Giştî, biryara berdana her 5 girtiyên Şêladizî da. Lê ji ber betlaneya Cejna Qurbanê, beriya cejnê nehatibûn berdan, piştî cejnê jî nehatin berdan. CPT’yê 17’ê Tîrmehê carek a din serdana Serokê Dozgeriya Giştî kir, CPT’yê da zanîn ku Serokê Dozgeriya Giştî poşman bûye ku girtiyan berde.

5 girtiyên Şêladizêyî yên bi navê Yûsif Şerîf, Mehmûd Nacî, Kovan Tarîq Cubraîl, Emced Yûsif û Nêçîrvan Hacî, 21’ê Tîrmehê dest bi greva birçîbûyînê kirin. Heman rojê koma duyem jî, ji bo piştgiriyê dest bi greva birçîbûnê kir. Niha nêzî 50 girtiyên Behdînanê di greva birçîbûyînê de ne.

Piştî ku girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir, bi sedan aktîvîstên civaka sivîl û kesayetên siyasî ji bo piştgiriya girtiyên di grevê de, hem di asta navxweyî hem jî navneteweyî de, dest bi greva birçîbûnê kirin û bi rêya medyaya dîjîtal ji raya giştî re ragihandin.