Girtiyê nexweş Demhat krîza dil derbas kir

Girtiyê nexweş Seyfettîn Demhat ê li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê tê hiştin, krîza dil derbas kir û tevî vê yekê jî nehate tedawîkirin.

Li girtîgehên Tirkiyeyê rewşa girtiyên nexweş ên siyasî giran dibe. Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ku 29'ê Nîsanê eşkere kir, 651 jê giran zêdeyî hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Sala 2021'ê herî kêm 46 girtiyên nexweş li girtîgehê, 3 girtiyên nexweş jî piştî hatin berdan jiyana xwe ji dest dan.

Yek ji van girtiyên nexweş jî Seyfettîn Demhat e ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê tê girtin. Li Demhat 26 sal cezayê girtîgehê hatiye birîn û 8 sal in girtî ye. Demhat bi nexweşiya FMF ye, lewma timî krîzê derbas dike. Ji ber vê yekê jî krîza dil derbas kir. Tevî ku ew rakirin nexweşxaneyê heman rojê vegerandin girtîgehê.

Xwişka Seyfettîn Demhat, Şengul Marti anî ziman ku rewşa kekê wê zêde nebaş e. Marti ragihand ku ji ber nexweşiya FMF'ê rehên çavê kekê wê teqiyan e, nexweşî ketiye stu û pişta wî.

'AGAHÎ NEDAN ME'

Marti diyar kir ku ji ber nexweşiya kronîk cara duyemîn kekê wê krîza dil derbas kir û got, "Ji ber krîza dil birine nexweşxaneyê, lê belê em pê nehesiyan. Heman rojê vegerandin girtîgehê. Tevî ku krîza dil derbas kir û birin nexweşxaneyê, bi ti awayî agahî nedan me. Kekê min piştre ji me re got ku krîza dil derbas kiriye. Ji ber vê nexweşiyê divê kekê min li girtîgehê nemîne. Di nava şert û mercên baştir de divê bê dermankirin. Xusûsa herî girîng a ku nexweşiya FMF'ê zêde dike stres e, westandina fîzîkî, nexwarina bi rêk û pêk û raneketina bi rêk û pêk e. Li nava şert û mercên girtîgehê ev hemû nepêkan e. Ji ber van hemûyan jî timî krîzê derbas dike."