Nobeda Edaletê ya li Wanê: Malbatan çalakiya rûniştinê pêk anîn

Malbatên girtiyan ên ku Nobeda Edaletê li ber Edliyeya Wanê dewam dikirin û ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin, çalakiya rûniştinê pêk anîn.

Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê malbatên girtiyan ve ji bo azadiya girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediya ye lê nayên berdan, hat destpêkirin, li Wanê dewam dike. Nûnerên Rêxistina Bajêr a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî piştgirî da malbatên ku li ber Edliyeya Wanê hatin cem hev.

Malbatên ku xwestin li ber edliyeyê daxuyaniyê bidin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Piştî demek dirêj sekna malbatan a li ber edliyeyê çalakiya rûniştinê pêk anîn.