Ji girtiyên Behdînanê Seîd rakirin nexweşxaneyê

Ji girtiyên Behdînanê Şivan Seîd ku ji aliyê PDK'ê ve hate girtin û li Girtîgeha Hewlêrê di greva birçîbûnê de ye, rakirin nexweşxaneyê.

Li gor agahiyan, vê sibehê girtiyê Behdînanê Şivan Seîd ku ev demeke di Girtîgeha Çaksaziya Gewran a Hewlêrê de ji ber binpêkirina mafên mirovan ên li dijî girtiyên Behdînanê di greva birçîbûnê de ye, rewşa wî ya tendirûstiyê xirab bû û ew rakirin nexweşxaneyê.

Piştî ku Dadgeha Hewlêrê biryara berdanê ji bo hin girtiyên Behdînanê derxist, li gor biryarê diviyabû roja yekem a Cejna Qurbanê bihatan berdan. Lê bêyî ku ti sedemek were nîşandan ev biryar nehatiye bicih anîn. Li dijî vê yekê ji roja 22’yê Tîrmehê ve nêzî 60 girtiyên Behdînanê dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kirine.