Girtiyên Girtîgeha Wanê dest bi greva birçîbûnê kirin
Girtiyên siyasî, li dijî êşkenceyên ku li Girtîgeha Wanê zêde bûne, dest bi greva birçîbûnê kir.
Girtiyên siyasî, li dijî êşkenceyên ku li Girtîgeha Wanê zêde bûne, dest bi greva birçîbûnê kir.
Girtiyên di Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê de, li dijî kirinên êşkenceyî yên di girtîgehê de zêde bûne, dest bi greva birçîbûnê kirin.
Li gor agahiyên ji xizmên girtiyan hatin wergirtin, hat zanîn ku ji ber ku rêvebiriya girtîgehê, dest daye ser daxwaznameyên girtiyan ji Meclîs, Wezareta Edaletê û dozgeriyên têkildar re nivîsîne û pêkanînên kêfî yên arasteyî girtiyan ên rêvebiriya girtîgehê, girtiyan, 1’ê Tebaxê dest bi greva birçîbûnê ya bi dorveger kirine.
Greva birçîbûnê ya girtiyan daye destpêkirin, ji aliyê koma duduyan ve dewir hat girtin, lê nehat zanîn ku çalakî bi çend rojan tê dewirkirin.