KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Xizmên windayan ji bo aqûbeta Îbrahîm Kartay bipirsin kom bûn
Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li aqûbeta Îbrahîm Kartay ê 28 sal in agahî jê nayê girtin, pirsîn. -
Şehîd Rêzan him ji bo min û him jî ji bo gelê Kurd fermandar bû
Dayê Emîne Muradî Şehîd Rêzan Cavîd (Yûsif Rebanî) bi bîr anî û diyar kir, “Min ji têkoşîn û şehadeta wî hêz girt. Bêguman di van rewşan de, her dem dayik hêz digirin. Em bi şehadeta zarokên xwe, bi hêztir dibin.” -
KCK: Pêngava 15’ê Tebaxê didome
Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê di salvegera 39’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê de li ser esasê faşîzma AKP û MHP’ê were hilweşandin, Kurdistan were azadkirin, Tirkiye û Rojhilata Navîn were demokratkirin, li ser xeta serfiraziyê banga têkoşînê kir. -
Çavdêrê siyasî Omer: Li Iraqê şer pêk bê wê di berjewendiyên Tirkiye û Îranê de be
Nivîskar û çavdêrê siyasî Adil Omer bal kişande ser aloziyên siyasî ya li Iraqê û got “Eger şerek li Iraqê rû bide wê ji bo Tirkiye û Îranê bibe derfetek mezin ku beşek ji xaka Iraqê dagir bikin." -
‘Em bi ruhê Egîdan şer dikin’
Gerîlayan diyar kirin ku ew ê berxwedana xwe ya li hemberî dagirkeriyê xurttir bikin û gotin “Dewleta Tirk hêz û baweriya xwe bi teknîkê ve girêdaye lê ji bîr dike ku gerîla bi felsefeya Rêber Apo, bi ruhê Zîlan, Bêrîtan û Egîdan li ber xwe dide.” -
Dayika Şehîd Rêzan: Te serê me bilind kir
Di dîmenek a di medyaya dîjîtal de hat belavkirin de, Dayika Şehîd Rêzan Cavîd dilorand û wiha got: “Serê te qasî daristanên Qendîlê bilind e.” -
HPG: 7 dagirker hatine cezakirin, du çeper û dronek hatin îmhakirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir di çalakiyên gerîlayan de 7 dagirker hatine cezakirin, du çeper, dronek, kamerayeke mobeseyê û çekeke A-4 hatine îmhakirin. -
OHD’ê derbarê zextên li ser malbata Şenyaşar rapora çavderiyê amade kir
Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Rihayê, têkîldarî zextên li dijî malbata Şenyaşar ku nobeta edeletê didomînin, raporek amade kir. OHD’ê diyar kir ku zextên li dijî malbatê ji bo pêşîlêgirtina Nobeta Edeletê ye. -
KCK: Êdî pêkan e ku derba kuştinê li dewleta Tirk bê xistin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê nerazîbûn nîşanî 'şirîkatiya navneteweyî' ya li sûcên dewleta Tirk a dagirker da û bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku 'xwe amade bikin'. KCK'ê got, "Êdî pêkan e ku derba kuştinê li artêşa Tirk bê xistin." -
KJK: 15’ê Tebaxê xeta jiyan û şerekî nû ye
Koordînasyona KJK’ê bi wesîleya salvegera 38’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyek da û got “Ev pêngav di warê îdeolojîk, polîtîk, felsefî û rêxistinî de pêngaveke nû ye, xeta şer û jiyanê ye.” -
Fermandarê Muxafizê Sînor li Bradostê hate bîranîn
Ji fermandarên Muxafizên Sînor ê Iraqê Zubêr Halî ku di êrîşa dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da, li Bradostê hate bîranîn. -
KONGRA-GEL 15'ê Tebaxê pîroz kir: Di têkoşîna sala 39'emîn de seferber bibin
KONGRA-GEL salvegera 38'an a Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir û got, "Êdî dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û azadiya gelan e. Bi vê armancê û bi ruhê Apogerî pêwîste herkes di têkoşîna sala 39’emîn de seferber bibe." -
Dîmenê çalakiyê û alavên leşkerî yên hatin desteserkirin
Gerîla TV dîmenê çalakiya Operasyona Tolhildana Şoreşgerî ya 24'ê Gulanê li Qada Berxwedanê ya Kurojahro hate lidarxistin û çek û cebilxaneyên leşkerî yên hatin rakirin, weşand. -
PKK: Ciwanên Kurd wê bi têkoşîna xwe xwedî li Rêzan Cawîd derkevin
Komîteya Rêveber a PKK'ê ev bang li ciwanên Kurd kir, "Tola Rêzan Cawîd û hemû şehîdên Kurdistanê ji dewleta Tirk hilînin." -
NPG: Bi baweriyeke mezin em ber bi serketinê ve dimeşin
NPG: Em sala 39'an a Pêngava 15'ê Tebaxê û Cejna xwe ya Vejînê bi serbilindiyeke mezin pêşwazî dikin. Li ser bingeha nirx û destketiyên şerê me yê rewa yê çekdarî, bi baweriyeke hîn mezintir em ber bi serketinê ve dimeşin. -
PKK: Berxwedana ku di 15’ê Tebaxê de dest pê kir li ser rêya serfiraziyê didome
Komîteya Rêvebir a PKK’ê bi wesîleya salvegera 39’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyek weşand û diyar kir berxwedana azadiyê ya ku bi çalakiyên Dihê û Şemzînanê dest pê kiriye, îro li her dera Kurdistanê li ser rêya serfiraziyê didome. -
Dr. Dersim: Wê ji xaka me derkevin
Ji fermandarên HPG'ê Dr. Mazlûm Dersim anî ziman ku Kurd li ser xaka xwe ne, lê dewleta Tirk dagirker e û got, "Ya ku wê derkeve dewleta Tirk e. Heta ku biqewitînin em ê têbikoşin." -
Ji pênûsa Mahsûm Korkmaz -5
Dijmin ji bo prestîja xwe ya ji destdayî careke din bi dest bixe, komandoyên çiyê anî û bi wan êrîşî gel kir. Çiyayên me ‚komandoyên çiyê‘ bêhal dikir. -
Zozan Çewlik: Xeta Egîd û Zîlan xeta serketinê ye
Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik ji 15'ê Tebaxê heta YJA Starê qala gerîlatiya jinê kir. -
‘Li Silêmaniyeyê 5 kes hatin girtin’
Yekîneya Îstixbarat û Asayîşa Hikûmeta Iraqê ragihand ku wan 4 jê ji sûcên terorî yek jî ji sûcê diziyê bi tevahî 5 kes girtine. -
Ji bo Şehîd Rêzan Cavîd konê sersaxiyê hat danîn
Ji bo Şehîd Rêzan Cavîd li Mahabadê konê sersaxiyê hat danîn. -
Yûsûf Şahîn ê 75 salî hat girtin
Hevserokê HDP’a Bajaroka Kaniyahenê Sezgîn Yavûz û Yûsûf Şahîn ê 75 salî bi îdiaya “alîkariya rêxistinê kirîne“ hatin girtin. -
Bafil Talabanî: Heke krîza li Silêmaniyê bidome, em ê ji hikumetê vekişin
Serokê YNK’ê Bafil Talabanî diyar kir heke krîza li Silêmaniyê bidome ew ê YNK xwe ji hikumetê vekişîne. -
Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Sabuha Akdogan hate destgîrkirin
Hevseroka HDP’ê ya Bajarê Şirnexê Sabuha Akdag hate destgîrkirin. -
HPG: 13 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin
HPG'ê got, "Tîmên me yên bi tevger, di çalakiyên silavkirina Cejna Vejînê ya 15'ê Tebaxê de yek jê operatorê kepçeyê 13 dagirker ceza kirin, kepçeyek, konekî leşkerî û 2 çeper jî îmha kirin."