Çeteyên Roj ên PDK'ê ciwanekî ji eşîra Zêbarî destgîr kirin

Hate ragihandin ku li herêma Akrê ya Başûrê Kurdistanê, çeteyên Roj ên ser bi PDK'ê ve li bendeke kontrolê ciwanekî ji eşîra Zêbarî destgîr kirin.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, çeteyên Roj li Akrê ku ev du salin li herêma Zêbariyan nuqteyên kontrolê danîne, ciwanek destgîr kirin.

Hate ragihandin ku ciwanê hatiye destgîrkirin Samîr Nasîh Îbrahîm ê ji eşîra Zêbarî ye û ji bajarokê Dinartê yê Akrê ye.

Li gorî agahiyan, Samîr Nasîh Îbrahîm piştre radestî 'yekîneyên antî-terorê' yên li Akrê hatiye kirin.

Çavkaniyên xwecihî gotin, çeteyên Roj ji ber nasnameya welatparêziyê Samîr Nasîh destgîr kirine.

Heman çavkaniyan diyar kirin ku PDK li herêma Behdînanê hewl dide bi hincetên cuda welatparêzan destgîr bike.