Parêzerê girtiyên Behdînanê: Laşê Nêçîrvan Bedîh û Kovan Tariq tev bûne kîsê avê

Parêzerê girtiyên Behdînanê Beşdar Hesen ragihand, ku rewşa Nêçîrvan Bedîh û Kovan Tarik pir xirab e, laşê wan tev bûne kîsê avê.

Girtiyên Behdînanê ji 13’ê Tebaxa 2020’an û vir ve li dijî binpêkirinên li ser mafê wan nerazîbûnê nîşan didin. 

Ewilî 5 girtiyên Şêladizê 21’ê Tîrmeha 2022’an ve dest bi greva birçîbûnê kirin. Heman rojê koma duyem jî ji bo piştgiriyê dest bi greva birçîbûnê kirin. Niha nêzî 50 girtiyên Behdînanê di greva birçîbûnê de ne.

Ji parêzerên girtiyên Behdînanê Beşdar Hesen li ser rewşa dawî ya girtiyên Behdînan û Şêladizê agahî da ANF’ê. 

'REWŞA WAN PIR XEDAR E'

Parêzer Beşdar Hesen ewilî bal kişand ser rewşa xirab a tenduristiya girtiyan û ev agahî da: "Rewşa Girtiyên Behdînan taybet ên Şêladizê yên di rojiya birçîbûnê de ne pir giran e. Bi taybet rewşa Şêrwan Şêrwanî, Mele Şivan, Eyaz Kerem û Harîwan Îsa û Guhdar Zêbarî rewşa van pir xirabtir e. Xelkên din ên madey 1 hejmar 21 sala 2003 parlementoya Herêma Kurdistanê hatine girtin, ew jî ketine gireva birçbûnê. Her roja diçe hejmara wan zêdetir dibe."

'DAXWAZÊN WAN HIQÛQÎ Û REWA NE'

Pêarêzer Hesen diyar kir ku daxwazên wan qanûnî ne û ev anî ziman : "A tê kirin ne li gorî qanûn û hiqûqê ye. Hemû daxwazên girtiyan ew e ku bi merc bên azadkirin. Ev daxwaziyeke ne li dijî hiqûq û qanûnê ye. Daxwazên wan hiqûqî ye. Pirsgirêk ew ku ta deqeya dawakarê giştî bersiva dadgehê nade biryar ji van digire yan na, ji ber ku biryara dawî dadgeh dide.

LAŞÊ NÊÇÎRVAN BEDÎ Û KOVAN TARIQ BÛNE KÎSÊ AVÊ'

Duh Şivan Seîd rakirin nexweşxaneyê. Rojane ji ber giraniya rewşa wan girtiyên Behdînan radikin nexweşxaneyê. Rewşa Nêçîrvan Bedîh û Kovan Tariq pir xirab e, laşê wan tev bûye kîsê avê.

'EMCET RÊKANÎ DI HUCREYA YEK KESÎ DE BI VÎRÛSA KEZEBÊ KETIYE'

Yek ji girtiyê bi navê Emcet Rêkanî jî xistiye hucreya yek kesî, bi vîrûsa cûrê kezebê ketiye ew jî pir xeternak e.”