HPG: Helîkoptereke Atak hate xistin, 10 dagirker hatin cezakirin, wesayîteke zirxî hate îmhakirin

Ber bi nêzbûna Pêngava 15’ê Tebaxê re çalakiyên gerîla jî zêde dibin. Di çalakiyên gerîlayên azadiyê de 10 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, helîkoptereke Atak hate xistin û wesayîteke zirxî hate îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şer ev daxuyanî da:

“Gerîlayên azadiya Kurdistanê di çalakiyên silavkirina Cejna Vejînê de ya ku bi ruhê Pêngava 15’ê Tebaxê dike, derbên giran li dagirkeran dixe. Di çalakiyên gerîlayên azadiyê de helîkoptereke Atak hate xistin, wesayîteke zirxî hate îmhakirin. Di van çalakiyan de 10 dagirker hatine cezakirin, 3 dagirker jî birîndar bûn. Di heman demê de derb li kepçe, helîkoptereke Skorsky û dronekê jî hate xistin.

Artêşa Tirk a dagirker li hemberî çalakiyên ku bi pêşengiya tîmên me yên bi tevger tên kirin, neçar maye û sûcên xwe yên şer didomîne. Di vê çarçoveyê de Qadên Berxwedanê 42 caran bi çekên kîmyewî û taktîk nukleer, 12 caran bi balefirên şer, 15 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi obus, hawan, tank û çekên giran hatine bomberdûmankirin.

Agahiyên li ser çalakî û êrîşên hatine kirin wisa ye:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş de

Di 2’ê Tebaxê de wesayîteke zirxî ya artêşa Tirk a dagirker dema di navbera Girê Maymûn û Girê Sînek ê Şirnexê de di rê de diçû, tîmên me yên YJA Starê bi sabotajê li vê wesayîta zirxî xistin. Di vê çalakiyê de wesayîta zirxî îmha bû, 8 dagirkerên di wesayîtê de hatin cezakirin û 3 dagirker jî birîndar bûne.

Me di daxuyaniya ya 4’ê Tebaxê de diyar kiribû helîkoptereke êrîşê dema ku xwestibû Qada Berxwedanê ya Girê Fm bombe bike, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê li helîkopterê dan. Tîmên me teqez kirine ku helîkoptera êrîşê ya Atak piştî ku derb xwariye, ketiye.

Di 4’ê Tebaxê de tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi çekên giran li qereqola artêşa Tirk a dagirkera li Kanî Masî ya li Başûrê Kurdistanê dane.

Di 4’ê Tebaxê de saet di 17.00’an de  hêzên me bi sûîkastê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dane û li vir dagirkerek hatiye cezakirin.

Di 4’ê Tebaxê saet di 18.05’an de dagirkeran dema ku xwestine bi çekên giran li çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Fmê bidin, hêzên me bi sûîkastê li dagirkeran dane û li vir dagirkerek hate cezakirin.

Di 4’ê Tebaxê de bi şev helîkoptereke Skorsky xwestiye leşkeran deyne Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, hêzên me li vê helîkopterê dan û vê helîkopterê nekarî dakeve û neçar ma ji qadê derkeve.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

Roja 4’ê Tebaxê saet 10.55’an wesayîteke kepçeyê ya ku dixwest tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Werxelê îmha bike, ji aliyê tîmên me yên bitevger ve bi çekên giran hate derbkirin. Piştî çalakiyê dagirker neçar man êrîşên xwe rawestînin.

Roja 4’ê Tebaxê saet 17:15’an droneke keşfê ya li ser Qada Berxwedanê ya Girê Werxelê digeriya, ji aliyê hêzên me ve hate derbkirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

Roja 4’ê Tebaxê saet 18.00’an hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Çemço dan.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî pêk aniye;

Di 4’ê Tebaxê de artêşa Tirk a dagirker bi bombeyên destan û 3 caran bi bombeyên nukleerî û çekên kimyewî çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bombebaran kir.

Di 4’ê Tebaxê de tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Werxelê 30 caran bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Di 4’ê Tebaxê de tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara 6 caran bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Di 4’ê Tebaxê de çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Çemço 3 caran bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên giran, obus, helîkopter û balafirên şer kirine;

Di 4’ê Tebaxê de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê balafirên keşfê geriyane.

4’ê Tebaxê qada Girê Zengil ê girêdayî Garê û Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê û Sîda 12 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

4’ê Tebaxê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê FM û Kurojahro 15 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Di 4’ê Tebaxê de Qadên Berxwedanê yên Girê FM û Şikefta Birîndara bi çekên giran, obus, hawan û tankan hatine bombekirin.”