Partiyên Başûrê Kurdistanê: Mafê Êzidiyan e ku xwe bi rê ve bibin û biparêzin

Partiyên Kurdistanî yên Başûrê Kurdistanê gotin “Gefên berdewam ên ku Tirkiye li ser Şengalê dike metirsîdar e, ji ber ku tişta ku DAÎŞ’ê nekarî di qirkirina Êzidiyan de bike, Tirkiye hewl dide pêk bîne.”

Di 8’emîn salvegera Qirkirina Êzidiyan de partiyên Kurdistanî yên Başûrê Kurdistanê têkildarê gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser tavahî Kurdistanê û bi taybetî Şengalê, karesata Qirkirina Êzidiyan, bêxemiya hikûmetên Iraq û herêma Kurdistanê ya li hemberî Êzidiyan, mafê rewa yê xweparastinê Êzidiyan bi hêzên xwe û xwerêvebirina navçeya Şengalê di çarçoveya yasa û destûra dewleta Iraqê û çend mijarên din ji ANF’ê re axivîn.

‘JI ÇEND ALIYAN VE ZILM Û BÊ EDALETÎ LI HEMBERÎ CIVAKA ÊZIDÎ HATIYE KIRIN’

Endamê Rêveberiya Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê Şiwan Mihemed bal kişande ser sedemên qirkirinên berdewam ên di dîrokê de li ser civaka Êzidî hatine kirin û got, “Li Rojhilata Navîn berdewam alozî, rageşî û şer hebûye û aliyên wan rageşiyane timî xwestine ku hêzê bi kar bînin. Gelê Êzidî jî ku beşek ji gelê Kurd in, ji dîroka kevin ve ayîn, bîr û baweriya xwe ya resen parastiye, ji çend aliyan ve zilm û bê edaletî li hemberî wan hatiye kirin. Weke mînak ji hêla bîr û bawrî û ayîn de çend car rastî komkujiyê hatine. Heta niha nêzî 74 car ferman li ser Êzidiyan hatiye anîn. Komkujiya dawî jî Qirkirina Êzidiyan bû ku bi destê rêxistina terorîstî ya DAÎŞ’ê ku xwe wek rêxistineke Îslamî ya tundrew dabû nasandin û bi hinceta ku ji dînê Îslamê derketine, gelê Êzidî qir kir.”

‘KARÎNE PARASTINA AYÎN Û ÇANDA XWE YA RESEN BIKIN’

 Mihemed di dewama axaftina xwe de behsa hewldanên dagirkerên Kurdistanê yên ji bo qirkirina Êzidiyan jî kir û wiha pêde çû; “Sedemek din a wê karesata ku bi ser gelê Êzidî de hat çavkaniya xwe ji vê yekê digire ku ji aliyê netewî ve Kurd in, ji ber wê jî berdewam hatine çewisandin. Piştî hatina çeteyên DAÎŞ’ê ya navçeyê, Êzidiyan herêma xwe parastin ku ew jî ji bo dagirkerên Kurdistanê giran bû. Dagirkerên Kurdistanê dixwestin ku çeteyên DAÎŞ’ê hemû Êzidiyan tune bikin, lê ew Êzidiyên ku ji hemû hewldanên tunekirinê û qirkirinê rizgar bûne karîne parastina ayîn û çanda xwe ya resen bikin.”

‘DEWLETA TIRK HER TIM HEWL DAYE KU NETEWEYÊN HERÊMÊ TUNE BIKE’

Şiwan Mihemed îşaret bi gef û êrîşên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên ji bo dagirkirina Şengalê jî kir û ragihand; “Yê ku çavê xwe berdaye serketina Êzidiyan ya li hemberî DAÎŞ’ê û qebûl nake ku Êzidî çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin û xwe rê ve bibin, dewleta Tirk a dagirker a bi serkêşiya Erdoganê tawanbar ê şer û qetilkirina xelkê sivîl e. Niha dewleta Tirk a dagirker xwe ji bo operasyona dagirkirina tevahî Rojavayê Kurdistanê amade kiriye. Berdewam gefên êrîşên yên dewleta Tirk a li ser Şengalê metrisîdar e, ji ber ku tê hêvîkirin ku dewleta Tirk a dagirker gefên xwe bixe meriyetê. Niha em dibînin ku Iraq welatek bê serwerî ye, piştî hilbijartinan heta niha nekariye hikûmet bê avakirin û alozî heye. Mala Kurd jî belave ye û dewleta Tirk jî weke karê xwe yê her timî, çavê wî li dagirkirin û tunekirina neteweyên hawîrdora xwe ye.”

‘LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ PÊWÎST E HELWESTEKE YEKGIRTÎ YA NIŞTÎMANÎ YA KURDAN HEBE’

Mihemed di dirêjiya axaftina xwe de rexne li bêdengiya aliyan a li dijî dagirkeriyên dewleta Tirk a faşîst girt û wiha axaftina xwe domand; “Dewleta Tirk bi êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava yan jî Şengalê hewl dide pirsgirêka Kurd ji navxweya xwe derxîne û veguhezîne derve. Ger ji destê dewleta Tirk bê wê hemû navçeyan dagir bike, ji ber ku heta niha bi xewna dewleta Osmanî bawer dikin û behsa Mîsaqî Milî dikin. Pêwîst e civaka navnetewî piştewaniya gelê Êzidî û Şengalê bike. Her wiha pêwîst e aliyên Kurdî yekgirtî bin û li dijî dagirkeriyê xwedî helwesteke niştîmanî bin.

Em wek Hizbî Zehmetkêşan a Kurdistanê her tim helwesta me ya tund li dijî dagirkeriyê hebûye, di vê baweriyê de ne ku dewleta Tirk a dagirker dûrî hemû nirxên exlaqî û prensîbên navnetewî hewl dide herêmê dagir bike. Em bi tundî li dijî hemû dagirkeriyan bin.”

‘ÊZIDÎ XWEDÎ HÊZA ÇEKDARÎ NE, PÊWÎST E XWE BI XWE RÊ VE BIBIN Û BIPARÊZIN’

Endamê Rêveberiya Hizbî Zehmetkêşan a Kurdistanê Şiwan Mihemed di dawiyê de ji bo mafê rewa ya xwe rêvebirin û parastinê ya Êzidiyan ev nirxandin kir; “Piştî 74 hewldanên komkujiyê yên li dijî Êzidiyan, bê guman mafê wan e ku xwe biparêzin. Niha Êzidiyan xwe rêxistin kirine û hêza xwe ya çekdarî heye, pêwîst e xwe bi xwe rê ve bibin û biparêzin û pêwîst e her du hikûmetên Iraq û herêma Kurdistanê di xwerêvebirin û xweparastinê de piştevaniya Êzidiyan bikin.”

‘HER TIM METIRSIYA DAGIRKERIYÊ LI SER ŞENGAL, KERKÛK Û BAŞÛRÊ KURDISTANÊ HEBÛYE’

Endamê Rêveberiya Hizbî Sosyalîst a Kurdistanê Resûl Reûf jî behsa binpêkirinên berdewam ên serweriya Iraqê ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker kir û got, “Mixabin piştî sala 2003’an dewleta Iraqê bûye welatek ku serweriya xwe nîne û nikare sînorê xwe biparêze. Her du welatên Tirkiye û Îran ji bo berjewendiyên xwe ji bo derb li hêzên Kurdî yên li dijî dagirkeran in berdewam sînoran binpê dikin, berdewam gefên dagirkirinê li ser Şengalê jî heye. Em dibînin ku Tirkiye di dema binpêkirina serweriya Iraqê berdewam hinceta lihevkirinên berê bi kar tîne ku bi rejîma Baas a berê pêk anîbû. Pêwîst bû ku desthilatdarên Iraqê û desthilata Kurdî piştî hilweşîna rejîma Baas ragihandibûna ku ew wê lihevkirinê didin sekinandin. Tirkiye her tim hewl daye ku Kurdistanê ji hev qut bike û navçeya Şengalê jî navçeyeke stratejîk a di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê ye. Ne tenê Şengal, belku em dibînin ku metirsî li ser Kerkûk û tevahî Başûrê Kurdistanê jî heye ku dewleta Tirk bi aşkerayî behsa dagirkirina wîlayeta Mûsilê dike.”

‘IRAQ LEWAZ BÛYE Û NEKARIYE SERWERIYA SÎNORÊN XWE BIPARÊZE’

Reûf her wiha hewldanên dewleta Tirk a dagirker yên ji bo berfirehkirina dagirkeriyên xwe nirxand û diyar kir, “Rayedarên dewleta Tirk a dagirker berdewam serdana bajarê Kerkûkê dikin û weke bajareke Tirkiyê dihesibînin. Ji zû ve plankeke piştperdeyî ya dagirkeriyê li ser wir heye. Di hemû qonaxên ku hikûmeta Iraqê lewaz bûye û nekariye serweriya sînorên xwe biparêze, dewleta Tirk hewl daye ji bo berfirehkirina cihê pê yê dewleta Osmanî ya nû zêdetir dagirkeriyê bike.”

‘EW HÊZA ÇEKDAR YA LI ŞENGALÊ AVA BÛYE HÊZEKE REWA YE Û MAFÊ WAN Ê PARASTINÊ HEYE’

Endamê Rêveberiya Hizbî Sosyalîst a Kurdistanê Resûl Reûf îşaret bi hêzên YBŞ/YJŞ’ê û rewabûna xweparastina wan wek hêzeke taybet bi civaka Êzidî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Ew hêzên ku li Şengalê ava bûne, hêzên navxweyî ne. Dibe ku di aliyê hizrî de alîgirê aliyeke mixalifeta Tirkiyeyê bên hesibandin, lê her hêza ku di navxweyî de bê avakirin, rewabûna xwe ya navxweyî heye. Her hêzekê ku ji nava gelê xwe derbikeve, mafê xwe heye ku parastina xwe bikin. Gelê Êzidî berdewam rastî komkujiyan hatiye û hewara xwe birine ber hêzekê ku wan biparêze, lê ti aliyekî hikûmeta Iraqê û herêma Kurdistanê nekarîne wana biparêze; ji ber wê jî mafê rewa ye ku xelkê Şengalê xwe bi çek bikin û parastina gelê xwe bikin û  gelê xwe biparêzin û bi rê ve bibin. Pêwîst e bi ti hêcetekê rê neyê dayîn ku dijmin sînoran binpê bikin, ji ber ku tişta ku dagirker dibêjin parastina sînor e, ji bo me Kurdan êrîşkirina li ser hêzên Kurdî ye.”

‘YA DAÎŞ’Ê NEKARÎ DI QIRKIRINA ÊZIDIYAN DE BIKE TIRKIYE HEWL DIDE PÊK BÎNE’

Hevserokê Encûmena Kerkûkê ya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Komel Sermed jî bal kişande ser dagirkeriyên dewleta Tirk a faşîst ên di asta giştî û bi taybetî gefên dagirkirina Şengalê û wiha dest bi axaftina xwe kir, “Dewleta Tirk a dagirker tenê gefan li Şengalê naxwe, di heman demê gefan li hemû Kurdan dixwe, bi taybetî li Rojava û Başûrê Kurdistanê. Hemû dizanin ku demek dirêj e dewleta Tirk a dagirker pêngaveke dagirkeriyê û êrîşan li Bakurê Kurdistanê bi giştî daye destpêkirin. Êrîşkirina dewleta Tirk a li ser gelê Êzidî du sedemên xwe hene, a yekemîn bi armanca dagirkirinê xwe nêzî Mûsil bike ku di vir de Şengal navçeyeke stratejîk e. Ya duyemîn jî temamkirina karê DAÎŞ’ê ku komkujî û qirkirina gelê Êzidî bû.”

‘ÊZIDÎ GIHÎŞTINE VÊ BAWERIYÊ KU TENÊ BI XWE DIKARIN XWE BIPARÊZIN’

Sermed her wiha di çarçoveya girîngiya xweparastin û rêvebirin a Şengalê ya ji aliyê Êzidiyan bi xwe de destnîşan kir; “Gelê Êzidî berê 73 fermanan re rû bi rû hatiye, gelê Êzidî ti carê weke îro bihêz û yekgirtî nebûye, bi dahûrandina paşeroja xwe Êzidî gihîştine vê baweriyê ku tenê bi xwe dikarin xwe biparêzin. Sala 2014’an di dema êrîşa DAÎŞ’ê de, hêza Iraqê li herêmê nema û hêzên PDK’ê jî ku erkê wan parastina Şengalê bû jî navçe vala kirin û bê parastin hiştin û di nava 4 saetan de PDK’ê gelê Êzidî bê çek di nav lepên DAÎŞ’ê de terikandin ku di encamê de ew karesata komkujî û qirkirina gelê Êzidî qewimî.”

‘GELÊ ÊZIDÎ CAREKE DIN WÊ RÊ NEDIN KOMKUJIYEKE DIN’

Sermed di dewamê de behsa gefên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Şengalê kir û wiha pêde çû; “Li rex gefên berdewam ên dewleta Tirk a dagirker yên ji bo êrîşkirin û dagirkirina Şengalê, dîsa Şengal bi tenê tê hiştin. Lê vê carê gelê Êzidî ji bo parastina xwe li hemberî her cure êrîşekê xwedî hêzeke xurt a taybet bi xwe ye û wê rê nedin ku careke din komkujiyeke din bi ser gelê wan de bê.”

‘FAKTORÊN HEYÎ KIR KU GELÊ ÊZIDÎ XWE RÊXISTIN BIKE’

Komel Sermed destnîşan kir ku hêzên YBŞ û YJŞ hêzên rewa ne û ragihand; “Hêzên YBŞ’ê di çarçoveya pergala parastinê ya Iraqê de ye ku bi Heşdê Şeibî ve girêdayî ne, Heşdî Şeibî jî li parlementoya Iraqê kirin beşek ji pergala parastinê ya Iraqê. Li gorî hemû çavdêran yekane hêza ku gelê Êzidî ji êrîşên DAÎŞ’ê parastiye, ew hêz bûye ku niha gelê Êzidî li Şengalê kiriye xwedî hêz, çek û îrade. Faktorên heyî kir ku gelê Êzidî di çarçoveya vî hêzî de xwe rêxistin bike û xwe bi çek bike.”

‘XWERÊVEBERIYEKE DEMOKRATÎK YA DI ÇARÇOVEYA IRAQÊ DE JI BO GELÊ ÊZIDÎ PÊWÎST E’

Hevserokê Encûmena Kerkûkê ya Tevgera Azadî Komel Sermed di dawiyê de wiha behsa pêwîstiya xwerêvebirina Şengalê ji aliyê xelkê wê kir, “Em wek Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê di vê baweriyê de ne ku ji bo gelê Êzidî xwerêveberiyeke demokratîk pêwîst e ku avakirina vê yekê di qanûnên Iraqê de pêkan e. Yan jî dikare Şengal ku xwedî bîr û baweriyeke ayînî ya cuda ye di çarçoveya qanûna û destûra Iraqê xwe bi rê ve bibin û bi rêya hêzên xwe parastina xwe bikin.”