Melikşahî: Divê ciwan xwedî rol bin û tevlî rêfen gerîla bibin

Gerîlayê YRK’ê Rêwar Melikşahî bal kişand ser êrîş û şerê taybet ê dewleta Îranê yê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, bi taybetî li ser jin û ciwanên Îlam û Kirmaşanê û got, “Divê ciwanên Kurdistan û Îranê ref bi ref tevlî ‘Cenga Azadiyê’ bibin.”

Gerîlayê Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Rêwar Melikşahî, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê ferzkirin, êrîşên ku li beramber Tevgera Azadiya Kurdistanê birêve diçin û êrîşên dagirkeran ên li ser gelê Kurd û bi taybet jî li ser ciwanên Rojhilatê Kurdistanê tên kirin, nirxand. Gerîla Melikşahî bang li ciwanan kir ku di pêngava “Dem Dema Azadiyê ye û Dema Xwedîderkitina li Rêber Apo û Kurdistanê ye!” de hemû ciwan xwedî rol bin û tevlî rêfen gerîla bibin.

Gerîla Rêwar Melikşahî ku bi eslê xwe Kelhorê Îlamê ye, diyar kir ku li hember şerê teybet a dagirkeriya Îranê pêwîste ciwan û jin bi hişyarî tevbigerin; taybet jî ciwanên kelhor pêwîste xwedî li wê mîrateya ku xwe dispêre cewhera mirovahiyê derkevin da ku bikaribin tiştên ku heta roja me ya îro hatiye parastin bi berdewamî biparêzin. 

Gerîla Rêwar di axaftinên xwe de bal kişand li ser dagirkeriya ku li Kurdistanê birêve diçe û wiha pêde çû; “Kurdistan di her milî de hatiye dagirkirin. Hem dagirkerên li ber çav hem jî pergala modernîteya kapîtalîst bi hemû hêza xwe ve li dijî Kurdistan û gelên wê, li dijî berxwedêrên wê êrîşan pêk tînin. Em jî wek Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bersiv didin van êrîşan û nahêlin ku dagirker, dagirkeriya xwe li ser Kurdistanê berfireh bike. Em nahêlin ku gelê me di bin desthilatdariya wan de bimîne. Daxwaza me ewe ku bi ronahiya stratejiya şerê gelê şoreşgerî gelê me xwe bi xwe birêve bibe, dagirkeriyê qebûl neke û wekî me li hember dagirkeriyê bisekine. Em dizanin ku gelê me jî azadiya Kurdistanê di asteke herî jor de dixwaze, ji bo vê jî pêwîste têkoşînek bilind bê kirin.”

Gerîla Rêwar da zanîn ku hêzen dagirker li Kurdistanê, ji bo ku bikaribin Kurdistanê dagir bikin her cûre êrîşan pêk tînin. Gerîlayê YRK’yî Rêwar Melikşahî helwesta xwe ya li ser vê mijarê wiha diyar kir;  “Armanca dewletên dagirker Îran, Sûriye, Tirkiye, Iraq û hemû dewletên ku alîkariyê didin wan ew bû ku Kurdistanê perçe bikin û tiştekî bi navê Kurdistan li holê nehêlin. Pêwîste gelê me têbighîje ku ev dijmin dixwaze çi bike. Dagirkeran hemû serwet û bereketa axa me ji xwe re girtiye û gelê me di nava xizantî û nebûniyê de hiştiye. Li her çar beşê Kurdistanê daristanên me dişewitînin, talan dikin û gelê me rojane qetil dikin. Îro em li vir dijberê van hêzên dagirker têdikoşin û emê her tim têkoşîn bikin jî. Emê nehêlin ku hêzên dagirker tu carî bigihîjin armacên xwe. Lê pêwîste ku gelê me jî li hember dijminên xwe hişyar be da ku rastiya şerê li Kurdistanê tê kirin fêm bike.”

Gerîlayê YRK’yî Melikşahî li ser “Cenga Azadiyê” ku li Zap, Avaşîn û Metînayê tê rêvebirin ev nirxandin kir; “Ev şer ji bo Kurdan şerekî dîrokî ye û şerekî man û nemanê ye. Pêwîste em jî wek ciwanên Rojhilatê Kurdistan xwedî li berxwedana ku di vî şerî de pêş dikeve derbikevin û bi vî rihî jiyan bikin. Ev şer çarenûsa gelên Rojhilata Navîn, taybet jî gelên Kurdistanê guhert û bi berdewamî diguherîne. Yê ku van pêşketinan ava kir îdeolojî û felsefeya ku Rêber Apo pêşxistî ye. Lê mixabin em dibînin ku pergala modernîteya kapîtalîst ji bo ev felsefe belavê cihanê nebe serî li her cûre rê û rêbazan dide. Ji bo pêşiya vê felsefê bigrin li hember Rêber Apo tecrîdeke mutlaq didin meşandin. Li ser tevgera azadî û mirovên ku dilê wan ji bo azadiyê lêdide êrîşên hovane pêk tînin û dixwazin kesayeta azad ku xwe bi felsefeya Apoyî xemilandiye qetil bikin, ji holê rakin. Pêwîste gelê Kurd û taybet jî civaka Îlamê li hember vê dagirkeriyê serî hilde û têkoşîn bike. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û azadiya Kurdistanê bibin xwedî çalakî.”

Gerîla Rêwar ji bo polîtîkayên perçekirin û dagirkirina Kurdistanê nirxandinên xwe kir û got; “Pêwîste gelê Kurd li hember her cûre dagirkeriyê hişyar û xwedî helwest be. Îro hemû sermayeya Kurdistanê di bin kontrola dagirkeran de ye, lê gelê Kurd birçiye û ciwanên wî jî bêkarin. Ev polîtîka li her devera Kurdistanê tê meşandin, lê Îran di vê mijarê de taybet kar dike. Ji bo ciwan serî ranekin, dagirkeriya Îranê bi madeyên hişbir ciwanan di her warî de puç dike. Çima em nizanibin dîroka me çiye û çawa ye? Çima em nizanibin kî dijminê me ye û kî dostê me ye? Rejîma Îranê dixwaze me ji rastiya me dûr bixîne. Li hemû Kurdistanê û taybet jî li Îlam û Kirmaşanê di asta herî jor de şerê taybet dimeşîne û dixwaze civakê ji xwezaya wê dûr bixe, xîreta heyî pûç bike. Gelê Îlamê bi Kurdewarîbûna xwe, bi yekîtiya xwe tê naskirin. Lê belê dagirkeriya Îranê ewqas lîstokan dimeşîne ku pergala modernîteya kapîtalîst roj bi roj xwe di nav civakê de zêdetir bi cih dike. Pêwîste civaka Îlamê û bi giştî gelên Kurdistanê xwedî li hişmendiya xwe ya dîrokî, çandî û civakî derkevin û nirxên heyî biparêzin.”

Gerîlayê YRK’ê Rêwar Melikşahî di dawiya axaftina xwe de wiha got; “Pêwîste gelên Kurd, Belûc, Azerî, Fars û hwd li hember vê dagirkeriyê bisekinin, deshilatdariya ku li ser gelan tê meşandin qebûl nekin û li hemberê van êrîşan bibin yek. Bi taybet ciwanên Kurdistan û Îranê ref bi ref tevlî ‘Cenga Azadiyê’ bibin.”