Ji bo kurê xwe yê gefa kuştinê lê hat xwarin dest bi Nobeta Edaletê kir

Gulan Ateş a dayika Kûrbanî Ozcan ê bi rapora hat tespîtkirin ku di girtîgehê de êşkence lê hatiye kirin, diyar kir ku Midûrê Girtîgeha T ya Amedê gef li kurê wê xwariye, jê re gotiye: “Tu yê mirî ji vir derbikevî“ û dest bi Nobeta Edaletê kir.

Gulan Ateş a dayika Kûrbanî Ateş ê Erziromî yê berê di Girtîgeha T ya bi hejmar 3 ya Amedê de gardiyanan êşkence lê kir, pêçiyeke wî şikand, diyar kir ku midûrê girtîgehê gefa kuştinê li kurê wê xwariye û li Amedê li ber edliyeyê dest bi “Nobeta Edaletê“ kir. 

Ateş da zanîn ku kurê wê 10 sal in di girtîgehê de ye, lê hêj nehatiye hiştin ku kurê xwe bibîne û got ku ji ber ku rêveberiya girtîgehê nehiştiye kurê xwe bibîne wê destûr ji dozgeriyê girtiye lê dîsa nehiştine ku hevdîtinê bi kurê xwe re bike.

GEFA ‘TU BI SAXÎ JI VIR DERNAKEVΑ

Ateş ragihand ku kurê wê li ser telefonê jê re wiha gotiye: “Gardiyanan, li min xist. Min ji midûr re got. Midûr ji min re got. “Erziromî Ermen in, tu yê mirî ji vir derbikevî.“

Ateş anî ziman ku gava axaftina bi kurê xwe re telefon hatiye birîn, piştre cardin hev re axivîne. Di dewama axaftina xwe de kurê wê jê re wiha gotiye: “Min dibin odeya bi singêr û di wê odeyê de li min dixin.“ 

‘WÊ KURÊ MIN BIKUJIN’

Ateş bi lêv kir ku ew çend roj berê çûye serdozgeriyê û ji dozgeriyê gotiye ku wê kurê bikujin. Lê dozgeriyê gotiye: “Na, nakujin.“ Dozgeriyê tu tişt nekiriye û ew ê gilî bike.

Ateş îdia kir ku ji ber birînên êşkenceyê 25 kêl li kurê wê xistine û ev tişt gotin: “Tim cezayê dîsîplînê didin kurê min. Kurê min wê sibehê bikeve greva birçîbûnê. Çêrên wisa li kurê min dikin ku ez fedî dikim bibêjim. Piştî ku lê xistine ji bo gilî neke gazî kirine. Bila kurê min sewqê Erziromê bikin. Heta daxwaza min bi cih bê anîn ez ê li vir bisekinim.“