Şewata daristanê ya bi destê leşkeran hatibû destpêkirin 3 roj in didome

Şewata ku artêşa Tirk li qada daristanî ya gundê Marînos a Colemêrgê dabû destpêkirin, 3 roj in bênavber didome.

Artêşa Tirk 28’ê Tebaxê li bejahiya gundê Marînos a Colemêrgê dest bi operasyonê kiribû.

Di operasyonê de hem ji aliyê leşkeran ve hem jî ji qereqolên li girên bilind bi qestî qada daristanê bi çekên giran hatiye hedefgirtin û leşkeran agir bi daristanê xistin.

Şaredariya Colemêrgê ya ku di bin rêveberiya Midûriyeta Daristanê û qeyûmê ya Colemêrgê de ye ji ber ku bi ti awayî şewatê venamirîne, şewat 3 roj in didome.

Hewldanên gel ên bi derfetên xwe ya ji bo vemirandina agir jî ji aliyê leşkeran ve tê astengkirin.

Heman qad di 12’ê Tebaxê de ji aliyê leşkeran ve hatibû şewitandin û şewat 15 rojan berdewam kiribû.