Cenazeyê Ebû Zêyd bi girseyî hate pêşwazîkirin

Cenazeyê Ebû Zêyd Ebdullah Ubêyd ê di êrîşa balafireke bêmirov a bombebarkirî ya dewleta Tirk de li Mexmûrê şehîd bû, bi girseyî ji aliyê xelkê Mexmûrê ve hate pêşwazîkirin.

Balafireke bêmirov a bombebarkirî ya dewleta Tirk a dagirker di saet 12:40’î de êrîşî maleke ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) kir. Di vê êrîşê de welatiyê bi navê Ebû Zêyd Ebdullah Ubêyd bi giranî birîndar bû û di dema rakirina nexweşxaneya Geyrayê de şehîd bû.

Ji bo otopsiyê cenazeyê Ubêd birin Saziya Tiba Edlî ya Nexweşxaneya Mûsilê, piştî otopsiyê bi karwaneke ji sedan wesayîtî cenazeyê Ubêyd vegeriyan Wargeha Penaberan a Mexmûrê.

Di ketina wargehê de ji heft salî heta hehtê salî xelkê Mexmûrê hemû li ber benda kontrolê ya artêşa Iraqê ya navçeya Mexmûr kom bûn û bi karwan re heta mizgefta Semta 3 bi dirûşman meşiyan.

Piştî wecîbeyên olî cenaze rakirina nexweşxaneya wargehê. Li vir Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Yusif Kara daxuyaniyek kurt da û diyar kir ku ji ber ferdên malbatê di rê de ne ku tevlî merasîmê bibin, biryar hate girtin ku cenazeyê Uêeyd sibe bi girseyî bê veşartin.

Piştre jî girseya gel bi dirûşmên ”Şehîd Namirin” û ”Bimre Xiyanet” belav bûn.