Dema dawî li gel zêdebûna êrîşên dewleta Tirk û zextên PDK’ê yên li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Iraqê ji rêveberiya Mexmûrê re ragihandiye ku wê dora wargehê têl bike.
Endamê Têkiliyên Derve yê Wargeha Mexmûrê Bêwar Unver têkildarî mijarê û helwesta xelkê wargehê ji ANF'ê re axivî.
'HEMWEXTÎ DORPÊÇÊ ÊRÎŞÊN TIRKIYE YA DAGIRKER JÎ ZÊDE BÛNE’
Niha rewşa Wargeha Mexmûr çawa ye?
Demek dirêje wargeha me ji her alî ve dibin dorpêçekê de ye. Ji pêwîstiyên jiyanî xwarin vexwarinê bigire heta tenduristî ji wir bigire heta perwerde, aborî dîsa çûn û hatinê de astengiyên cidî hene. Ji xwe PDK’ê dorpêçeke demdirêje li ser wargehê daniye. Bi ti awayî rê nayê dayîn welatiyên me biçe herêmên Kurdistanê ji bo pêwîstiyên xwe bi cih bîne. Yek ji xala ku mirov balê bikişîne ser tam di vê pêvajoya dorpêçê de êrîşên zêde yên dewleta Tirk a li ser gelê me ye. Ev êrîş hê jî didomin. Hemwextê dorpêçê êrîşên Tirkiye ser Mexmûrê zêde bûne. Yek armanca van êrîş û dorpêçê heye, ew jî ser esasê vîna gelê me bişkîne ye. Baweriya gelê wargehê bişkîne ye. Bigihîne astek wisa ku ev wargeha ku xwedî dîrokeke têkoşînê ya 30 salî, di rêya azadî û demokrasiyê de ji bo jiyaneke azad ji Bakurê Kurdistanê bi rêketiye bi dawî bike ye.
‘JI BO PÊWÎSTIYÊN GEL BÊN PÊKANÎN Û BERPIRSYARÎ BÊN BICIHANÎN HEVDÎTIN HATIN KIRIN’
Dema dawî hinek hevdîtin hatin kirin, hûn bi xwe jî di nava şandeya hevdîtinê de bûn, em dibînin zexteke zêde ya hikûmeta Iraqê li ser Mexmûrê heye. Di hevdîtinê de daxwaza çi ji we tê kirin?
Wargeh hem di aliyê îdarî û ewlehî de ji sala 2017’an û şûnde girêdayî parêzgeha Nînowa ango hikûmeta Iraqê bû. Li ser Iraqê ferze ku xwedî li erk û berpirsyariyên xwe yên li ber wargehê xwedî derkeve. Pêwîsityên wan bi cih bîne. Ji bo di serî de Iraq û sazî û dezgehên bi karê penaberan radibin berpirsiyariyên xwe yên ber wargehê bi cih bîne, tim me hevdîtin kirin. Piştî dorpêçê rewşa jiyanî ya xelkê me girantir bû, ji bo hikûmeta Iraqê bikare vê dorpêçê bişkîne, hem jî bi erkê xwe rabe hevdîtin hatin kirin. Di vê çarçoveyê de gelek aliyên Iraq û şande hatin wargeh ziyaret kirin û gelek soz dan ku pêwîstiyên gel çareser bikin. Hemû hevdîtin di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de pêk hatin.
‘SOZ DAN PRATÎK NÎNE; BIRYAR LI SER KAXEZÊ MAN’
Ev hevdîtinên hatin kirin bi rengê protokolek bi nivîskî bû yan tenê rû bi rû hatin kirin?
Hevdîtin hem bi nivîskî hem jî rû bi rû hatin kirin û hatin xistina rapor jî. Hemû pêwîstiyên jiyanî yên wargehê hatin nivîsandin û raporkirin. Wezareta Hundirî hemû ev rapor erê kirin ji bo ku Komîsyona Herdemî ya Koç û Koçberan bi erka xwe rabe van pirsgirêkan çareser bike. Pêwîstiyên lezgîn çine bên çareserkirin. Ev sozên hatin danîn hemû nehatin pêkanîn. Sala borî di çarçoveya van lihevkirinên civînan de Merkez Şurte û hatina îdareya girêdayî Iraqê hatin wargehê û bi cih bûn. Ji derveyî vê komîsyonê ku pirsgirêkan çareser bikin nehatin.
‘BI TI AWAYÎ DI HEVDÎTINAN DE MIJARA RAÇANA TÊLAN A DORÎ WARGEHÊ NEHATIYE GOTÛBÊJKIRIN Û NEHATIYE QEBÛLKIRIN’
Berî niha demekê di carekê de hewl hate dayîn dorî wargehê têl bê kirin. Rêvegeriya wargehê ev yek red kir û diyar kir ku ev biryar di ti civînan de nehatiye gotin û erêkirin, qebûl nakin. Li gorî agahiyên gihiştin me cardin biryareke wiha ya têlkirinê hatiye girtin. Ev yek çiqasî rast e, tiştek wiha heye nîne?
Çi hevdîtinên li Bexda û çi jî şandeyên hatin Mexmûr di ti hevdîtinê de danîna têl û kule lêkirin li dorî wargehê nehate kirin. Me got çi mijar hebe werin bi gel û meclîsê re nîqaş bikin, em vekirîne ji nîqaşan re. Sala derbasbûyî ji nişka ve hatin xwestin dorî wargehê têl bikin, gel li ber vê rabû û qebûl nekirin. Li ser helwesta gel ev mijar wê demê sekinî, lê ew biryara veşartî hatî dayîn di hevdîtinên me yên li gel NY yên li gel Komîseriya Bilind a Koçberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) di hevdîtinan de diyar kir ku ew ne li gel têlkirina dorî wargehê ne. Ev nêzîkatiyeke ne rast e, hûn penaberên siyasî ne. Nabe bê daxwaza penaberên siyasî tiştek li ser bê ferzkirin.
‘DANÎNA TÊLAN ENCAMÊ LIHEVKIRINÊN TIRKIYE, PDK Û HINEK ALIYÊN IRAQÊ NE’
Çi bû ku ew biryar îro dubare kete rojevê?
Iraq di rewşa siyasî û ewlekarî de dîsa destê derve yê li Iraqê dike ku rojane rewşa heyî bê guherîn. Ev hewldanên derdorî wargehê têlkirin, em zanin daxwazên dewleta Tirk in, ev daxwaza PDK’ê ye. Beşek ji yên di nava desthilata Iraqê de têkiliyeke xurt bi dewleta Tirk re hene. Ev yek encama lihevkirina wan aliyan e. Dixwazin vîna gelê Mexmûrê bişkîne ye.
‘MEXMÛR A WÊNEYEKE YA KOMKUJÎ Û QETLÎAMA TIRK E, DIXWAZE JI HOLÊ RAKE’
Piştî hevdîtina dawî ya ku daxwaza danîna têlkirinê li dorî wargehê hate kirin hema piştre êrîşek pêk hat. Di vê êrîşê de welatiyê welatiyê Mexmûrê yê bi navê Ebû Zeyd Abdullah Ubeyd şehîd bû. Hûn vê mijarê çawa digirin dest, çi têkiliya bi biryara di civîna dawî de hatiye kirin ve heye û dîsa dinirxînin?
Welatparêzeke hêja heval Ebû Zeyd di encama êrîşa hovane de şehîd bû. Ev êrîşên çê dibin dixwazin vîna gel bişkînin, ev bîr û baweriya gelê wargehê ya bi salan hesreta azadî û vegera welat bişkînin. Gelê wargehê weke dozekê li ser dewleta Tirk, nimûneyek berbiçave di raya giştî û çavê navneteweyî de encama komkujî û qetlîamê dewleta Tirk e, wêneyeke yê vê ye. Dixwaze vê wêneyî tine bike. Têkilî bi hev ve heye. Dixwazin bi zextên dorpêç, êrîş û astengiyan vê îradeyê bişkînin. Me teslîm bigirin. Gelê wargehê li ber xwe dide, gel dibêje îrade û rûmeta xwe teslîm nake. Sê aliyên me ji xwe Iraq e, aliyek PDK ye. Ji xwe aliyê PDK’ê bi ti awayî rê nayê dayîn. Di vê rewşê de ti wateya danîna têlan nake. Di deriyê ketina wargehê de jî leşkerên Iraqî yên bi navê şûrte hene. Bi van êrîşan dixwazin vî gelî bitirsîne. Ev ne şehîdê me yê yekem e di vê rêyê de didin, xelkê me wê gav bi şûn ve neavêje. Gel li ser vê biryarê civiya û biryara xwe da wê teqez danîna têl û kuleyan qebûl neke. Ev vekirî ne ji bo nîqaşê pirsê wan jî hene ku divê bibersivînin. Divê daxwazên dewleta Tirk û PDK’ê qebûl nekin, bi erk û berpirsyariyên xwe rabin û sozên dayîn bi cih bînin.
Neteweyên Yekbûyî em dibînin li ser daxwaz û raporên PDK’ê tevdigere, di hevdîtinên bi nûnerên NY re hatin kirin we daxwaz ji wan kiriye ku werin bi xwe rewşa gel bişopînin û bi çavê xwe rewşa li nava wargehê lêkolîn bikin?
Şandeyên ji hikûmetê tên nûnerên Neteweyên Yekbûyî (NY) NY jî di nav wan de heye. Mijara serjimêrî û dîsa çêkirina nasnameyan hemû di bin çavdêriya NY de pêk hatin. Sala borî hatin mal mal geriyan û hemû hejmartin û tomar kirin. Tevlî jiyana wargehê bûn, dema serjimêrî kirin bi qasî mehekê mala gelê herêmê man. Pêwîstiyên xwe ji nava gel pêşwazî dikirin. Di ti hevdîtinan de NY weke hebûna hêzên cuda di nava wargehê de dîsa tohmetên dewleta Tirk dike yan jî PDK bi tu awayî bal nekişandiye.
‘NY WEKE PENABER QEBÛL KIRIYE, LÊ LI BER BÊDENG E’
Wê demê çima nabe xwedî helwest?
Nêzîkatiya NY nêzîkatiye siyasî ye. Di demekê de ewqas êrîş û hovîtî li ser gelê Kurd giştî tê kirin, bê helwestiyeke heye. Mirov nikare vê bêhelwestiya giştî ya li ber gelê Kurd û Mexmûrê ji hev cuda bike. Helwesta NY bi helwesta giştî ve girêdayî ye. Duh welatiyeke yê wargehê ku NY ew weke penaber qebûl kiriye hatiye qetilkirin, peyamek nedaye. Heta agahî jî nexwestiye. Hikûmeta Iraqê jî bêdeng e, ev bêdengî hevkarî ye. ‘Tu êrîş bike çav bitirsînî, em daxwazên dewleta Tirk dixwaze bixe pratîkê.’ Daxwaz ev e. Hemû êrîş, dorpêç û daxwaz ji yek navndê pêk tê.
‘DI SERÎ DE DIVÊ GELÊ KURD MIROVÊN XWEDÎ WIJDAN Û SAZIYÊN MIROVÎ LI BER HOVÎTIYA TIRK RABIN’
Herî dawî peyamek daxwazek we heye?
Banga me ji bo gelê Kurd kesayetên bi wijdan in, saziyên bi erkên mirovî û exlaqî radibin, li ber hovîtiya dewleta Tirk û li ber zilma 30 sale li ser gelê penaber tê kirin ku dixwaze bi rûmet bijî, divê bibe xwedî helwest û vê qebûl neke. Divê gelê Kurd li her derê di nava berxwedan û têkoşînê de bin. Enceq em bi vî rengî dikarin van êrîşên faşîst ên dewleta Tirk rawestînin.