Cenazeyê Arslan li Erziromê hat veşartin

Şehîdê Sûrê Hakan Arslan ê ku hestiyên wî di kîsikekî de dan malbata wî, li bajarê xwe Erziorimê hat veşartin.

Hestiyên Hakan Arslan ku di dema qedexeya derketina derve de ya di 2'ê Kanûna 2015'an de li navçeya Sûrê ya Amedê hat îlankirin, şehîd bû, piştî 7 salan di kîsikekî de radestî bavê wî hatin kirin. Hestiyên Arslan ên di kîsikekî de hatin radestkirin, malbatê îro ew birin gundê Çavûş ê navçeya Qereyazî ya Erziromê. Cenazeyê Arslan piştî wecîbeyên olî ji aliyê malbatê, hezkiriyên wî û xizmên wî ve li goristana gund hat definkirin.

Nasnameya cenazeyê ku piştî qedexeya derketina derve û di êrîşên li navçeya navendî Sûrê ya Amedê yên di navbera 2015-2016'an de hatibû dîtin, hat diyarkirin. Li Taxa Hasirliyê li herêma di navbera Dêra Katolîk û Mescîda Hasirliyê de, di 7'ê Sibata 2021'ê de di dema kolandinê de hin hestî hatin dîtin. Hestiyên hatin dîtin şandin Saziya Tiba Edlî. Piştî vê hat diyarkirin ku dibe ku ev hestî yên Hakan Arslan bin ku di 22'yê Çileya 2016'an de şehîd bibû.

Malbata Arslan a li Erziromê, bi îhtimala ku ev cenaze yê kurê wan be serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da. Nimûneya DNA'yê ya ku di sala 2016'an de ji bav Alî Riza Arslan hatibû wergirtin û ya hestiyan ji sedî 60 li hev derket. Lê belê ji bo tespîtkirina qethî ya nasnameyê, bi fermana serdozgeriyê di meha Cotmehê de ji bo DNA'yê xwîn ji dayik Melîke Arslan jî hat wergirtin. Li gorî encama ku di 18’ê Mijdara 2021’an de diyar bû, cenaze yê Hakan Arslan e.