Çalakvanekî li dijî dagirkeriyê 40 roj in ji aliyê PDK’ê ve girtî ye

Hêzên PDK’ê 40 roj berê çalakvenekî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk girtibû. Ligel ku biryara dadgehê heye jî çalakvan nayê berdan.

Di 20’ê Tîrmehê de dewleta Tirk a dagirker gundê Perexê yê Zaxo topbaran kir û di encamê de 9 geştiyarên Ereb jiyana xwe ji dest dan û 23 kes jî birîndar bûn.

Di 22’yê Tîrmeha 2022’an de komek çalakvan û welatî, li bajarê Hewlêrê xwestin komkujiya dewleta Tirk ya li Zaxo bi çalakiyekê şermezar bikin. Lê hêzên PDK’ê nehiştin çalakiya dijî komkujiyê were lidarxistin û 5 çalakvan hatibûn destgîrkirin.

Çalakvanê bi navê Hogir Cefer Pîrbal jî hatibû destgîrkirin û nêzî 40 roj in nayê berdan. Hevrêyê Hogir ê bi navê Hevres Şiwan derbarê mijarê de ji Rojnews re axivî.

Hevres Şiwan diyar kir ku ji ber Hogir Cefer û komek çalakvanên din li dijî dagirkeriya dewleta Tirk derketine, li Hewlêrê hatin destgîrkirin. Şiwan da zanîn ku heya niha jî Hogir nehatiye berdan û got; “Hogir bi rêya peywendiyek telefonê ji malbata xwe re gotiye, dadgehê biryara berdana wî daye. Lê hêzên asayîşê astengiyê çêdikin û nahêlin werin berdan.”

Şiwan di dewama axaftina xwe got “Hogir Pîrbal kesekî bêsûc e, kesekî nîştimanperwer û welatparêz e. Wek erkek exlaqî û mirovî li dijî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk nerazîbûna xwe anî ziman. Bêsedem nêzî 40 roj ji aliyê asayîşê ve hatiye destgîrkirin.”