Cenazeyê girtiyê nexweş Çapkin hate veşartin

Girtiyê nexweş Nevzat Çapkin ê 29 sal girtî ma û piştî hat berdan û 8 meh bi şûn de şehîd bû, ji aliyê bi hezaran kesan ve bi dirûşma “Şehîd namirin“ hat veşartin.

Girtiyê nexweş Nevzat Çapkin ê 8 meh berê ji Girtîgeha T ya Beşîkduzu ya Trabzonê hat berdan, li nexweşxaneyeke taybet a Amedê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Çapkin ji nexweşxaneyê hat girtin û bi karwaneke bi sedan wesayîtan anîn gundê Hacîreşê. Cenazeyê Çapkin li gund ji aliyê bi hezaran kesan ve hat pêşwazîkirin û piştî wecîbeyên olî yên cenaze bi cih hatin anîn, cenaze bi dirûşma “Şehîd namirin“ li goristana gund hat veşartin.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk Keskîn Bayindir, rêvebirên navçe û bajêr ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), rêvebirên Komeleya Yekîtî û Çandê ya Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Li Dergûşa Şaristaniyan Winda Kirine (MEBYA-DER) û Komeleya Alîkariya Bi Malbatên Girtî re (TÛAY-DER) û bi hezaran welatî tev li merasîma veşartina cenaze bûn. Piştî veşartina Çapkin rêz hat girtin.

‘JI BO AZADIYA GELÊ XWE LI BER XWE DA’

Hevserokê DTK’ê Berdan Ozturk ê li goristanê mafê axaftinê girt û diyar kir ku Çapkin emrê fedayê azadiya gelê Kurd kiriye û wiha got: “Êşa me mezin e lê em şanaz in. Jiyan û têkoşîna Nevzat ji me re mîrate ma. Hevrê Nevzat, ne ji bo xwe 29 salan di zindanê de ma, her roj ji bo azadiya gelê xwe bû û ji wê boneyê jiyana xwe feda kir.“

‘HETA TÊKOŞÎN BI SERKEFTINÊ BI ENCAM BIBE WÊ DEWAM BIKE’

Ozturk destnîşan kir ku Çapkin 29 salan di girtîgehê de li ber xwe daye û gavek jî bi paş de neavêtiye û ev tişt anîn ziman: “Em ê li têkoşîna bi rûmet a Nevzat dewam bikin. Heta têkoşîn bi serkeftinê bi encam bibe wê dewam bike. Bila serê gelê Kurd sax be.“

Piştî veşartina cenazeyê Çapkin, malbata wî li gundê Hacîreşê konê sersaxiyê danî.