PENa Kurd qetilkirina Mamosta Şemal şermezar kir

Navenda PENa Kurd bi daxuyaniyeke nivîskî qetilkirina Endamê Encûmena Giştî ya Tevgera Azadî şermezar kir û ragihand ku eger dema berê kujerên nivîskar û rojnamevanan bihatibana cezakirin wê bi hêsanî kujeran nekarîba mamosta Şemal qetil bikira.

Navenda PENa Kurd têkildarî êrîşa li dijî Nivîskar û Endamê Encûmena Giştî ya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Mamosta Şemal (Suhêl Xurşîd Ezîz) daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin:

“Parastina nivîskar û rojnamegeran erka dezgehên ewlekarî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

Derbarê kuştina nivîskar Suhêl Xurşîd Ezîz ê ku 28’ê Tebaxa 2022’yan li bajaroka Kifrî ya parêzgeha Germiyanê, li ber deriyê mala xwe hat kuştin, Navenda PENa Kurd gelekî xembar û nîgeran e û kuştina nivîskar û lêkolîner Ezîz, rûreş û şermezar dike.

Suhêl Xurşîd Ezîzê ku bi nasnavê Şemal dinivîse, sala 1960’î li bajarokê Kîfriyê ji dayîk bûye. Ew ji bilî zimanê Kurdî, bi Erebî û Tirkmenî jî baş dizane.

Ezîz, salên 1980’î bi zimanê Erebî dest bi nivîsandina helbestan kiriye, di navbera salên 1997-1998’an de çend gotarên wî yên siyasî di Rojnameya Welat de hatine weşandin û piştî sala 2000’î jî lêkolînên wî yên erdnîgarî û dîrokî di du cildan de bi zimanê Kurdî û Erebî çap bûne.

“Dîroka Herêma Kifriyê Ji Demên Kevnar Heta 1958’ê”, “Çînên Civakî û Rêxistinên Siyasî Yên Germiyanê di Navbera Salên 1870-1970’yî de”, “Atlasa Kerkûkê li Gorî Rastiyên Dîrokî û Civakî”, “Atlasa Başûrê Kurdistanê 1850-2008” navên çend berhemên wî yên çapkirî ne.

Mixabin ev ne cara yekem e ku li Başûrê Kurdistanê nivîskar û rojnamevan dibin hedefa êrîşan, tên kuştin, girtin û birîndarkirin. Em di wê baweriyê de ne ku heger di demên berê de êrîşkar û kujerên rojnamevan û nivîskaran bihatana girtin û cezakirin, wê destê kuştin û gulekirinê wisa bi hêsanî negihîşta Suheyl Xurşed Ezîz û kesên mîna wî.

Em bi navê Navenda PENa Kurd vê bûyera hov, bêbext û qirêj, rûreş û şermezar dikin û yekser dixwazin ku kesên bûne sedema vê kuştinê bêne girtin û cezakirin.”