Şandeya HDP’ê serdana malbata Ozer kir

Parlamenterê HDP’ê Sezaî Temellî û şandeya pê re, serdana malbata girtiyên nexweş Makbûle û Hadî Ozer kir. Temellî diyar kir ku girtiyên nexweş anîne rewşekê ku li benda mirinê bimînin û banga hestiyariyê li raya giştî kir.

Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî, Hevseroka HDP’ê ya Wanê Handan Karakoyûn û gelek siyasetmedarên herêmî serdana malbata girtiyên nexweş Makbûle û Hadî Ozer kirin.

Di serdanê de Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî axivî Û bal kişand ser rewşa tenduristiya Makbûle Ozer û anî ziman ku divê ew bê berdan. Temellî destnîşan kir ku Makbûle Ozer hekîm e û wiha got: “Makbûle kesek e ku şîfayê dide mirovan. Ew û hevjînê wê du girtiyên nexweş ên 80 salî ne. Rewşek e wisa ye ku kesê wijdan pê re hebe divê qebûl neke. Sedema girtîbûna wê hekîmbûna wê ye. Em behsa mirovekê dikin ku heta niha tu car kesek ji ber deriyê xwe nezivirandiye. Bi operasyona li ser mala wê hat kirin de, bi terora dewletê hat destgîrkirin. Hat darizandin û biryara dadgehê hat erêkirin û hat girtin. Yek ji pirsgirêkên herî mezin ê vî welatî, girtiyên nexweş e. Îro Tirkiye û raya giştî ya cîhanê di şexsê Aysel Tûglûk de vê dizane. Tirkiyeyê peymana navneteweyî binpê kir û girtiyên nexweş di girtîgehan de dihêle. Wezareta Desthilatdar û Edaletê di vê mijarê de gav naavêje. Hîna hezar û 400 girtî di girtîgehan de tên girtin û mafê wan tê binpêkirin. Rastiya li pişt ve yekê, dijminahiya Kurdan e ku em hemû dizanin. Desthilatdar, di her qada jiyanê de polîtîkayên xwe yên şer û cudakariyê dimeşîne, di polîtîkaya girtîgehê de dimeşîne.”

‘ATK JI HIŞMENDIYA XIZMETÊ DÛR KETIYE’

Di berdewama axaftina xwe de Temellî, bang li hemû mirovên zanyar û hekîman kir ku Saziya Tiba Edlî ji hişmendiya xizmetê dûr ketiye û got: “Nayê qebûlkirin ku bijîşk bi têgihiştineke wisa nêz bibin. Çawa ku Makbûle Ozer xwedî exlaqek bû ku her kesê li deriyê wê dixist ew tedawî dikir, îro ya ji bijîşkan jî tê hêvîkirin ew e.”

‘BER BI MIRINÊ VE HATIN BIRIN’

Temellî destnîşan kir ku girtiyên nexweş anîne rewşek a wisan ku li benda mirinê bimînin û bang li raya giştî kir ku di der barê girtiyên nexweş de bikevin nava liv û tevgerê û got: “Destûr nedin ku bi sedan kes weke Tûglûk, weke Ozer bi vî awayî mexdûr bibin.”

Temellî di dawiyê de got ku ew wek HDP wê bi domdarî bibin şopdarê pêvajoya hiqûqî.