Tîma tolhildanê ya YPS’ê trafoya VEDAŞ’ê rûxandin

Tîma Tolhildanê ya YPS’ê ya Şehîd Dilgeş Azad ragihand ku li Wanê trafoya elektrîkê ya VEDAŞ’ê rûxadin û kirin xwelî.

Di daxuyaniya nivîskî de hat gotin, “Yekîneya me ya Tolhildanê ya Şehîd Dilgeş Azad, di 26’ê Tebaxê saet 01.00’an de li kolana Sûrmelî ya Taxa Xaçort a girêdayî Rêyahevrîşimê ya Wanê trafoya elektrîkê ya VEDAŞ’ê rûxandine.”

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Weke ku tê zanîn hikûmeta faşîst û rantxwar bi qirkirina gelê me re sînordar namîne, bi polîtîkayên xwe yên rantê jî hewl dide gel xizan bike û wan neçarî pergala xwe ya rizî bike. Hemû saziyên ku rojane li ser gelê me zamê datînin, ewisandin û mirinan rewa dibînin, wê di hedefa me de bin. Bila dewleta mêtinger û hevkarên wê baş zanibin ku ev gel wê hesabê ji we bipirsin û di rêya şehîdan de bimeşin. Bi vê wesîleyê em di serî de şehîdên Wanê, gerîlayên me yên li Metîna, Zap, Avaşîn û hemû Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne û li berxwe didin, silav dikin.”