Cenazeyê Şehîd Ebû Zêyd bi merasîmeke heybet hate veşartin

Cenazeyê Şehîd Ebû Zêyd Abdulah Ubeyd ku di êrîşa balafireke bêmirov a biçek ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, bi tevlêbûna xelkê Mexmûrê bi merasîmeke heybet hate veşartin.

Cenazeyê Şehîd Ebû Zêyd Abdulah Ubeyd ê duh di êrîşa balafireke bêmirov a biçek ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, bi tevlêbûna xelkê Mexmûrê bi merasîmeke heybet hate veşartin.

Piştî cenazeyê Şehîd Ebû Zeyd bi konvoyekê gihişte wargehê ji bo ferdên malbatê yên derve tev li merasîmê bibin li nexweşxaneyê hate ragirtin. Îro di saet 17:00’an de bi tevlêbûna xelkê Mexmûrê li Navenda Çand û Huner a Mexmûrê (NÇHM) merasîmek bi heybet hate lidar xistin.

Darbesta şehîd ji nexweşxaneyê bi dirûşman hate girtin. Di merasîmê de li gel ferdên malbatê bi sedan xelkê Mexmûrê amade bûn. Di merasîmê de bê navber dirûşmên ”Şehîd Namirin” hatin berzkirin.

Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Filîz Bûdak destpêkê di şexsê Ebû Zêyd Abdullah Ubêyd de hemû şehîdên doza azadiyê bibîr anî.

‘EM BI EBÛ ZÊYD SERBILIND IN’

Bûdak diyar kir ku wê tola şehîdan li erdê nemîne û got: “Em gelê Mexmûrê deyndarê şehîdan in. Hevrêyê me Ebû Zêyd kedkar û avakarê têkoşîna azadiya Kurdistanê ye. Em pir şanazin ku xwedî şehîdek mîna Ebû Zêyd in. Dewleta Tirk a dagirker, Mala Barzan û Iraq dixwaze çokê li ber me bide danîn. Êrîşa li ser hevrêyê me hatî pêkanîn parçeyek ji vê siyasetê ye.”

‘EM GAV BI ŞÛN VE NAVÊJIN’

Bûdak bal kişand ser berdêlên hatin dayîn û got: “Piştî ewqas berdêlên giran em gav bi şûn ve navêjin. Me xwîn rijandiye. Ma gengaze gav bi şûn ve bavêjin. Ma gengaze em xelkê Mexmûr û gelê Kurd gav bi şûn ve bavêjin.”

‘DIBÊJIN EM Ê DORÎ WE TÊL BIKIN’

Hevseroka Mexmûrê Filîz Bûdak bilêv kir ku hikûmeta Iraqê diyar kiriye ku wê dorî wargehê têl bike û got: “Dibêjin ‘Em ê dorî we têl bikin, we bi fetisînin’. Dema ku em li ber vê radibin, xiyanet û teslîyetê qebûl nakin. Bi firokeyan mirinê li ser me dibarin. Mirovê herî hêja bi fîzîkî ji nav me dibin. Bila baş zanibin piştî van berdêlan em ê doza wan li erdê nehêlin. Em xiyanetê li wan nakin. Bi berdêl dayînê em bi hêz dibin. Em têkoşînê bilintir dikin. Êrîşa ku hevrêyê me şehîd kir, ji bo gav ji gelê me bi şûn ve bide avêtin bû. Sekna xelkê me Mexmûrê ji kêliya êrîşê heta niha diyar bû. Divê em têkoşîna wan şehîdan bilind bikin, ne ku gav bi şûn ve bavêjin.”

’40 SAL IN EM BERDÊL DIDIN, GAV BI ŞÛN VE NAVÊJIN’

Di berdewama axaftina xwe de Bûdak, wiha pê de çû: “Bi êrîşan dixwazin çavê me bitirsînin. Ev 40 sal e me serî netewandî. 40 sal in em berdêl didin. Hê jî vê fêm nakin em bi berdêlan bi hêz dibin. Daxwaza şehîdê me ji me, parastina civakê vê girseya amade ye. Divê em li dijî dewleta Tirk a dagirker, mala Barzanî û Iraqê hê xurtir li Mexmûrê xwedîderketin deynê li ser stûyê me ye. Ev wesyeta şehîdê me ye. Ma dibe ji vê kêliyê û şûnde em rê bidin ev wargeh bê valakirin. Ma dibe ji vê kêliyê û şûnde rê bidin ev pargala belav bibe û kêfa dewleta Tirk a dagirker bê. Divê em li dijî destê xiyanetkar û noker ên ketine nava me bisekinin. Şikandina vî destî û korkirina çavê wa erkê me ye, wesyeta şehîde.”

‘EM BERDÊLÊN GIRANBUHA DIDIN’

Piştî Bûdak hevalê Şehîd Ebû Zêyd Abdulah Ubeyd, Ehmed Ozer axivî. Ozer diyar kir ku ew xwedî dozê ne û got: “Doza me mezin e, giranbuha ye. Ji bo wê jî em berdêlên giranbuha didin.”

‘TIMÎ DI NAVA TÊKOŞÎNÊ DE BÛ’

Ozer bal kişand ser kesayeta şoreşger û xebatkar a Ebû Zeyd û diyar kir ku ew mîmarê avakirina parastina cewherî ya cara yekem li wargeha Bihêrê hate avakirin bû. Ji wê rojê heta îro heval Ebû Zêyd ji bo Tevgera Azadî, eşq û evîna wî ya ji bo serokatî û welatê wî, di vê dewê de tim bi sekin û hevaltiya xwe kar kir. Tim li ber dijminê xwe têkoşîn kiriye. Heval Ebû Zêyd tu demê berjewendiyên mala xwe esas negirt. Tim ji bo berjewendiyên welatê xwe, gelê xwe û felsefeya Serokatî kar kir, xebat kir û rêxistin kir."

‘SERBILIND IM’

Li ser navê malbatê jî keça şehîd axivî û diyar kir ku şehîd şehîdê gelê Kurd e û got: “Ez bi şehîdbûna bavê xwe serbilind im.”

Li ser navê Komîteya Malbatê Şehîdan Sûltan Yildiztan jî axivî û diyar kir ku ew ê heta dawî xwedî li şehîdan derkevin û li ser şop û keda wan têkoşînê bikin.”

Piştî axaftinan cenazeyê şehîd hildan ser milan bi dirûşmên ”Şehîd Namirin” bi meşekê heta goristana wargehê çûn. Li vir şehîd bi dirûşman hate veşartin.