Li Amedê Nobeta Edaletê: Em ê her li qadan bin

Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediya lê nayên berdan, di roja 287'an a Nobeta Edaletê de careke din bang li hikûmetê kirin ku "dawî li dijminatiyê bîne" û diyar kirin ku ew ê her li qadan bin.

Nobeta Edaletê ya ku ji aliyê malbatên girtiyan, ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyaye lê nayên berdan û başkirina şert û mercên girtîgehê hatiye destpêkirin di roja xwe ya 287’an de dewam dike.

Malbatan li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa D ya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Yekîtî û Çandê ya Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyan Winda Kirine (MEBYA-DER),Komeleya Alîkariyê bi Malbatên Girtiyan re (TÛAY-DER) û 78 endamên Komeleya Înîsiyatîfê ya Amedê piştgirî dan çalakiya malbatan.

Xwişka girtiyê nexweş Abdulselam Guler Încî Guler bang li rayedaran kir ku zagona bingehîn bi cih bînin.

Guler got, "Wezîrê Dadê bi çavê dijminahiyê li dayikên ku li vir ji bo zarokên wan nemirin bang dikin, dinerin.”

Guler dûre wiha axivî, “Dema em wek malbat li benda serbestberdana xwişk û birayên xwe dibin, em dibînin ku dema berdana wan 6 mehan hatiye dirêjkirin. Îro girtiyên ku 30 sal cezayê xwe xilas kirine jî nayên berdan. Me banga edaletê li her kesî kir, lê kesî dengê me nebihîst. Divê em ji kê edaletê bixwazin? Em dibêjin, edalet çi dibe bila wê pêk bînin. Em careke din dibêjin; Bila Wezareta Dadê dawî li dijminatiya xwe bîne. Heta ku girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyaye lê nayên berdan hebin, em ê her li qadan bin.”

Nobeta Edaletê ya roja 287'an bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanê" û "Maf, hiqûq û edalet" bi dawî bû.