Hem qereqol e, hem jî dibistan!

Li navçeya Saray a Wanê li hundirê Lîseya Îmam Hatîp a Şehît Mûrat Dîlmaç Qereqola Tîmên Taybet ên Tirk hate çêkirin. Pansiyona dibistanê kirin qereqol. Xwendekar li heman cihê ku hêzên çekdar lê ne, perwedeyê dibînin.

Lîseya Îmam Hatîp a Şehît Mûrat Dîlmaç ku li navçeya Saray a Wanê beriya 12 salan hîmên wê ji aliyê AKP'ê ve hate danîn, salên destpêkê li gorî polîtîkayên AKP'ê perwerde da, lê belê van du salên dawî li gorî navê xwe dest bi kar kir. Pansiyona Lîseya Îmam Hatîp hate valakirin, şagirt li pansiyoneke cuda hatin bicihkirin û li şûna wan jî Tîmên Tevgera Taybet ên Tirk hatin bicihkirin. Li nava dibistanê qereqoleke nû hatiye avakirin. Xwendekar û tîmên tevgera taybet ên çekdar li heman cihî perwerdeyê dibînin.

Malbatên xwendekaran li ber vê rewşê rabûn, lê belê encam bi dest nexistin. Du sal in tevî nerazîbûnan jî ev rewş nehatiye sererastkirin. Kesên li navçeya Sarayê têne destgîrkirin li vê qereqolê têne lêpirsîn û piştre ji dadgehê re têne şandin.

BI BLOKÊN JI BETON HATIYE DORPÊÇKIRIN

Piştî ku Qereqola Tîmên Taybet li dibistanê hate bicihkirin, çar aliyên dibistanê bi blokên ji beton hate girtin. Tîmên taybet ên çekdar ku li ber herdu deriyên dibistanê nobetê digirin, malbatên xwendekaran ên têne dibistanê jî piştî kontrola nasnameya wan derbasî nava avahiyê dikin.

Xwendekarên ku du sal in di rewşeke bi vî rengî de ye, di sezona nû ya perwerde û hîndekariyê de ku wê rojên bê destpê bike, heman pirsgirêkan wê bibînin.

Hin ji malbatên xwendekaran li ser mijarê ji ANF'ê re axivîn û diyar kirin ku ew li ber vê rewşê rabûne, lê belê gelek ji malbatên xwendekaran alîkariya civakî distînin û gef li wan hatiye xwarin ku wê alîkariya civakî li ser wan bê birîn. Piştî hatina Tîmên Taybet li hundirê dibistanê wêneyên nijadperestiyê hatin daliqandin, her wiha tîşortên ji alê li xwendekaran tê kirin.

Rayedarên Şaxê Wanê yên Egîtîm,Senê anîn ziman ku di hevdîtinên bi Midûriyetên Perwerdeya Milî ya li Bajar û Navçeyê ji wan re hatiye gotin, "Ew cih ji xwe gelekî mezin bû, pêwîstî jî bi qereqolê hebû. Perwerdeyê asteng nake."

Tîmên taybet ku tedbîrên giran li derdora dibistanê girtine, her wiha qedexe kirine ku li dora dibistanê wêne bêne kişandin.