Çekdarên PDK’ê êrîşî ciwanên Êzidî kirin

Hêzên çekdar ên bi ser PDK'ê ve êrîşî ciwanên Êzidî yên ku xwestin êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê bi hevkariya PDK'ê protesto bikin, kirin.

Duh di saetên êvarê de balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker li gundê Behrava yê Şengalê wesayitek hedef girt. Di encamê de 2 şervanên YBŞ’ê birîndar bûn. Ji bo şermezakirin û protestokirina van êrîşan ku bi alîkariya PDK’ê li Şengalê tên kirin, bi pêşengtiya Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) meşek hate Ii darixistin.

Girseya gel ji çerxeriya Mam Zekî ya li Sinunê meşa xwe da destpêkirin û ber bi navenda hêzên Heyder Şeşo yên girêdayî PDK’ê ve meşiyan. Di meşê de pankartên ku “Cihê xwefiroşan li Şengalê nine“ li ser hatibûn nivîsandin, hatin hildan.

Piştî ku meş giha navenda hêzên Heyder Şaşo, ciwanên Êzidxanê ji bo protestokirina hevkariya wan a bi dewleta Tirk re bi keviran çûn ser navendê û agir berdanê.

Lê çekdarên Heyder Şaşo yên girêdayî PDK’ê bi guleyan êrîşê ciwanan kirin.

Di encama êrîşa çekdarên Heyder Şeşo de çend ciwan birîndar bûn. Lê hejmara wan nayê zanîn.

Bi mudexeleya dayîkan û Asayîşa Êzidxanê ev pevçûn sekinîn.