Li ser Mexmûrê balefirên keşfê digerin

Piştî êrîşa hewayî ya doh ya di encamê de welatiyekî wargeha Mexmûrê şehîd bû, liv û tevgera balafira bê mirov û bi çek li ser Mexmûrê didome.

Doh saet 12:40’an de balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker li xaniyê welatiyekî da. Di encama bombekirinê de welatiyê bi navê Ebû Zêyd Ebdullah Ubêyd bi giranî birîndar bû û dema rakirin nexweşxaneyê di rê de şehîd bûbû.

Welatiyên wargehê yên li ber vê êrîşa hov rabûn diyar kirin ku ew ê li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker çok daneynin û ew ê têkoşîna xwe ya azadiyê hîn xurtir bikin.

Tevgera balafira bêmirov û biçek ji doh ve bê navber didome. Ji destê sihara îro heta niha ev liv û tevger hîn jî zêdetir bûye.