Dewleta Îranê li Şirnex û Agiriyê hate şermezarkirin

Jinan li Şirnex û Agiriyê çalakiyên şermezarkirinê ya ji bo Jîna Emînî ya li Îranê bi êşkenceyê hate qetilkirin, didomînin.

Çalakiyên şermezarkirinê ya ji bo jina Kurd Jîna Emînî ya ji aliyê "polîsên ehlaqî" yên dewleta Îranê ve hat qetilkirin, dewam dikin.

Tevgera Jinên Azad (TJA) li ber avahiya rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê navçeya Silopiya ya Şirnexê daxuyaniyek da. Parlementerên HDP’ê yên Şirnexê Nûran Îmîr, Hasan Ozguneş, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Şirnexê, Meclisa Dayikên Aştiyê, Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan, rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyan beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Hûn nikarin me bi darê zorê bibin bihûşta xwe” hatibû vekirin.

Daxuyanî ji aliyê  Hevseroka HDP’a Silopiyayê Asûman Kulter ve hat xwendin.

Kulter wiha got: “Rejîma Îranê ji bo tepeserkirina vê serhildana ku pêş dikeve, careke din bi dijminatiya xwe ya li hemberî kurdan, bi hemû hêza xwe êrişî gel kir. Qanûnên Îranê ku 1979’an heta niha di meriyetê de ne, li ser bingeha mêtingeriyê hatine avakirin. Ev rejîma ku serjêkirinê li jinan ferz dike, ‘li gorî rêbazên îslamî tevnegeriyaye’ weke hinceta hemû cureyên lêdan û kuştinê nîşan dide.

Gotina me ya ji bo hemû jinên di şexsê Mahsa de hatine qetilkirin ev e; bêexlaqî ne di pora we yê xuya dike de lê di zîhniyeta hêzên serdest ên mêr de ye. Li vir em careke din dibêjin; berxwedan û têkoşîna Mahsayê têkoşîna me ye. Em ê bi serhildan û berxwedana gelan re bi hev re cîhaneke azad ava bikin.”

AGIRÎ

Meclîsa Jinan a Agiriyê jî li pêş avahiya Rêxistina HDP'a Agiriyê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniya gelek jin tev li bûn de pankarta “Em di sedsala 21’an de li dijî rejîmên dikta serî natewînin” û dowîzên “Bîjî yekîtiya jinan”, “Jin natirsin hesap dipirsin” hatin vekirin.

Endama Meclisa Şaredariya Agiriyê Semra Tokûş a di daxuyaniyê de axivî, şêweyê qetilkirina Jîna bi bîr xist û wiha got: “Jin di serî de li Îranê li her derê cîhanê bi çalakiyên xwe yên şermezarkirinê bertekên xwe didomînin. Li kolanan bi meş û xwepêşandanan serîhildana xwe ya li dijî saziyên dijminên jinan ên weke 'polîsên exlakê' û rejîma Îranê bilind dikin. Jinan nîşan da ku bi derxistina laçikan serhildana xwe veguhestin asteke din. Tokûş, bal kişand ser girîngiya têkoşîna jinan a birêxistinkirî û bang li hemû jinan kir.