HPG: 8 leşkerên Tirk hatin cezakirin, çeperek hate îmhakirin

Di 6 çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê de 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, çeperek û çekeke bombeavêj hate îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got “Di 6 çalakiyên hêzên me de yek jê payebilind 8 dagirker hatine cezakirin, çeperek û çekeke bombeavêj jî hate îmhakirin. Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 8 caran bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî, 65 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi obus û tankan bombe kiriye.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

Di 23’ê di destê sibehê de tîmên me yên gerok bi sûîkastê li dagirkerên li dora çeperên şer ên Şehîd Agir a li dora Qada Berxwedanê ya Sîdayê dane û dagirkerek ceza kirine.

Di 23’ê Îlonê de saet di 08.00’an de timên me yên gerok bi sûîkastê li dagirkerên li dora çeperên şer ên Şehîd Agir a li dora Qada Berxwedanê ya Sîdayê dane û dagirkerek ceza kirine. Di heman demê de bi çekên giran li dagirkerên din jî hatiye xistin.

Di 23’ê Îlonê de saet di 13.00’an de tîmên me yên gerok bi sûîkastê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a girêdayî Çemçoyê dane û dagirkerek ceza kirine.

Di 23’ê Îlonê de saet di 13.00’an de hêzên me dagirkerên ku xwestine têkevin çeperên şer ên Şehîd Bahoz a li Çemçoyê xistine kemînê. Di vê çalakiyê de yek jê payebilind herî kêm 2 dagirker hatine cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

Di 22’ê Îlonê de tîmên me yên gerok ên YJA Starê dagirkerên li Girê Şehîd Mûnzûr a Qada Berxwedanê ya Mamreşoyê xistine bin kontrola xwe û saet di 13.00’an de bi çalakiya gerîla ya koordîne li dagirkeran xistine. Milê yekemîn ê çalakiyê bi çekên giran li 2 çeper û kamelyayekê dane. Li vê derê çepereke bombeavêj û çekeke bombeavêj hatiye îmhakirin û 2 dagirker jî hatine cezakirin.Milê duyemîn ê çalakiyê jî bi çekên giran û şexsî li dagirker û çeperên wan ên li gir xistine.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

Di 23’ê Îlonê saet 09.40’an de hêzên me, dagirkerên li bejahiya Gundê Şapanê ya Xakurkê piştî xistine bin kontrola xwe bi taktîkên sabotajê li wan xistine. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî;

Di 23’ê Îlonê de çeperên şer ên li Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê Amediyê du caran bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî hatine bombekirin.

Di 23’ê Îlonê de çeperên şer ên Şehîd Agir û Şehîd Felat ên li qada Berxwedanê ya Sîda û çeperên şer ên li Qada Şehîd Adil a girêdayî Çemçoyê 6 caran bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker kiriye;

Di 23’ê Îlonê de Qadên Berxwedanê yên Çemço, Kurojahro, Saca, Şikefta Birîndara, Karker, Girê Cûdî, Girê FM û Girê Amediyê 65 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Di 23’ê Îlonê de Qadên Berxwedanê yên Girê FM û Çemço bi dehan caran bi obus û tankan hatin bombekirin.

Di 23’ê Îlonê de li ser Qadên Berxwedanê yên Kurojahro, Şehîd Fedakar, Girê Cûdî û Girê Amediyê, balafirên keşfê geriyane.

Di 23’ê Îlonê de artêşa Tirk a dagirker bi kepçe û makîneyên hilweşandinê hewl da çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Karker hilweşîne.

Têkildarî hewldanên hêzên PDK'ê yên li Qadên Berxwedanê;

Xebatên hêzên PDK'ê yên ji bo avakirina rê û çeperan ji bo dewleta Tirk a dagirker li qada Sêdarê û Qadên Komando yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya Metîna ji 27'ê Tebaxê û vir ve bênavber dewam dikin.

Di 20 û 22’ê Îlonê de çeperên me yên şer ên Şehîd Piling ên li Qada Berxwedanê ya Girê Hekkarî ya Metîna ji aliyê hêzên PDK’ê ve bi çekên ferdî hatin gulebarankirin.”