Ciwanên Rihayê ji bo Jîna Emînî meşiyan

Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Rihayê ji bo Jîna Emînî ya ku ji aliyê “polîsên exlaq“ ên dewleta Îranê ve hate qetilkirin meşek li dar xistin û bang li her kesê kirin ku xwedî li raperîn û berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê derbikevin.

Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê ji bo Jîna Emînî ya ku ji aliyê “polîsên exlaq“ ên Îranê ve hate qetilkirin, meşek li dar xistin.

Ciwanan di çalakiyê de pankarta ji pora jinan hate çêkirin a ku di protestoyên li Îranê de bûye sembola berxwedana jinan, vekirin û wêneyên Jîna û jinên berxwedêr ên li Îranê bûne sembol hilgirtin.

Ciwanên ku li semta Bahçelîevler a navçeya Halîliye ya Rihayê meşiyan, bênavber dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana Rojhilat” berz kirin.

Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Rihayê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal, wiha ragihand: “Me endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê li dijî qetilkirina Jîna Emîniyê ku ji aliyê rejîma faşîst a Îranê ve hat qetilkirin, li Rihayê meşek li dar xist. Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku bibin perçeyek ji serîhildan û berxwedana Rojhilatê."