Nasnameya 4 gerîlayên li Zapê şehîd bûne hate eşkerekirin

HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên li Zapê şehîd bûne eşkere kir û got “Em sozê didin ku heta em tola hemû şehîdên xwe bistînin û xeyala wan a azadiyê pêk bînin em ê têkoşîna xwe bi biryardariyeke mezin bidomînin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê 4 gerîlayên li Zapêş şehîd bûne daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin.

“Di 21’ê Hezîrana 2022’an de li hemberî êrîşên ku dijmin li qadên cihê yên Çemçoyê ya Zapê kir, hevrêyên me Tîrêj, Şaho, Şahîn û Dara yên ku ew jî fermandarên pêşeng ên Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê bûn li hemberî êrîşên dijmin berxwedaneke dîrokî nîşan dan, bi vê berxwedanê re pêşiya dijmin girtin û şehîd bûn. Dewleta Tirk a dagirker ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê ji sala 2021’an û şûnde bi hêzeke zêde berê xwe da qadên Avaşînê û Zapê. Ev milîtanên Apoyî yên ku bi têkoşîna xwe pêşiya dijmin girtin û xof xistin dilê dijmin., bûne nûnerên mînak ên xeta me ya têkoşînê. Em hevrêyên wan em ê her dem xeta wan a têkoşînê ji xwe re bikin mînak. Em sozê didin ku heta em tola hemû şehîdên xwe bistînin û xeyala wan a azadiyê pêk bînin em ê têkoşîna xwe bi biryardariyeke mezin bidomînin.

Malbatên hêja yên hevalên me Tîrêj, Şaho, Şahîn û Dara di serî de, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

  Nasnav: Tîrêj Dijwar

  Nav û paşnav: Vedat Îşsîz

  Cihê jidayikbûnê: Şirnex

 Navê dê û bav: Saîme - Mehmet

 Dîrok û cihê şehadetê: 21’ê Hezîrana 2022’an / Zap

 

  Nasnav: Şaho Qendîl

  Nav û paşnav: Amanc Heme Şerîf

  Cihê jidayikbûnê: Seyîd Sadiq

  Navê dê û bav: Hamîde – Heme Şerîf

  Dîrok û cihê şehadetê: 21’ê Hezîrana 2022’an / Zap

 

  Nasnav: Şahîn Baran

  Nav û paşnav: Agît Aytiş

  Cihê jidayikbûnê: Şirnex

  Navê dê û bav: Kûdret - Hasan

  Dîrok û cihê şehadetê: 21’ê Hezîrana 2022’an / Zap

 

  Nasnav: Dara Xelîla

  Nav û paşnav: Bayram Erbek

  Cihê jidayikbûnê: Sêrt

  Navê dê û bav: Nezîre - Fendî

  Dîrok û cihê şehadetê: 21’ê Hezîrana 2022’an / Zap

 

TÎRÊJ DIJWAR

Hevrêyê me Tîrêj Dijwar di nav malbateke welatparêz li Dêrguleya Şirnexê ji dayik bûye û li Cizîrê di nav çanda qedîm û welatparêziyê Botiyan de mezin bûye. Hevrê Tîrêj zextên dijmin bi çavê xwe dîtiye û di heman demê de welatparêziya derdorê jî bandor li ser wî kiriye. Dema ku bavê wî ji aliyê dewleta Tirk hatiye girtin wî jî partiya me PKK nas kiriye. Dema ku çûye zindanê wî berxwedêrên zindanan û mialemeya dijmin dîtiye û ji ber vê hêrsa wî ya li hemberî dewletê jî zêde bûye. Wî fêm kiriye ku bi têkoşîna li dijî dijmin re ev rewş dikare ji holê were rakirin û bi vê bîr û hêrsê tevlî nav xebatên ciwanan bûye. Di nav xebatan de hatiye destgîrkirin. Wî piştre tehamulî vê rewşê nekiriye, berê xwe daye çiyayên Kurdistanê ya ku ew dikare têkoşîneke xurt bike û tevlî nav refên gerîlayan bûye.

Hevrê Tîrêj li qada Metînayê dest bi gerîlatiyê kiriye û li Qaşûrayê pratîk kiriye. Wî dîtiye ku meşa li ser xeta PKK’ê divê çawa be û meşa li ser bingeha ku ew jê bawer dike, ji xwe re kiriye esas. Wî li ser bingeha girêdana şehîdan meşa bi jiyana hevrêtî ji xwe re kiriye armanc. Ew wisa nêz bûye ku jiyana PKK’ê ji bo wî û ji bo her kêlîkê bi tena serê xwe perwerdehî ye. Hevrê Tîrêj li hemberî dijmin hêrsa wî gelekî zêde bû û fêm kiriye ku girêdana hestiyarî heta derekê dikare mirovan bibe û ji ber vê wî bala xwe daye perwerdehiya li ser bîreke kûr ku ji bo şoreşgeriyeke demdirêj hewce ye. Wî girîngî daye vî tiştî ku ew xwe li ser îdeolojî û felsefeya Rêber Apo perwerde bike.

Piştî pratîkeke çar salan ji bo li ser bingeha tarza fermandariyê xwe perwerde bike, pêvajoya pratîk binirxîne û xwe li ser xeta partiyê kûrtir bike, derbasî akademiyê bûye. Di akademiyê de wî asteke kûr a lêkûrbûnê bi dest xistiye û ev kûrbûn bi perwerdehiya pisporiya leşkerî temam kiriye û ji xwe re kiriye hedef ku ew bibe gerîlayekî profesyonel ê serdema nû. Bi perwerdehiyên ku stendiye di pêvajoya avakirina ji nû ve ya HPG’ê de wekî namzetê fermandarekî pêşêng derbasî qada Zagrosê bûye. Hevrê Tîrêj ji fermandariya tîmê, taxim û herî dawîn heta fermandariya yekîneya gerok berpirsyarî stendiye. Wekî gerîlayekî profesyonel taktîka çekê giran bi afirîneyeke mezin xistiye pratîkê û gelek çalakiyên serkeftî pêk aniye. Di sala 2021’an de li hemberî dagirkerên li Girê Şehîd Mûnzûr ê li qada Cîloya Biçûk wî fermandariya milekî kiriye, çûye ser cenazeyên dagirkeran û çek rakiriye. Li Avaşîn û Zapê ew tevlî gelek çalakiyan bûye û gelek çalakî koordîne kiriye. Wî tarza şerê tîmên gerok bi serkeftî pêk aniye û bûye yek ji fermandarên mînak ên ku pêşengtî kirine.

Hevrê Tîrêj ê ku yek ji zarokê hêja gelê Botanê bû bi helwesta xwe ya milîtaniya Apoyî, hevrêtî, cesareta xwe ya di şer de, afirîneriya xwe ya taktîkî û fermandariya xwe bûye yek ji fermandarên sembol ên Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê. Di 21’ê Hezîranê de di êrîşa dijmin de şehîd bûye. Em sozê didin ku em ê li ser şopa vî fermandarê xwe yê mêrxas bimeşin, em ê tola wî bistînin û armanca wan bi ser bixînin.

ŞAHO QENDÎL

Hevrêyê me Şaho li bajarokê Seyîd Sadiq ê girêdayî bajarê Helebçe yê Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye. Di malbateke welatparêz de ku di nava çanda kevnar a Kurd de, weke zarokê gelên ku berdêl dane mezin bû. Hişmendiya kûr a welatparêziyê ya di malbata wî de bandor li kesayeta hevrêyê me Şaho jî kir. Di malbateke kedkar û dildar de, bi exlaqê civakî yê xurt jiya û mezin bû. Yek ji birayên wî yên mezin bi tevlîbûna pêşmergeyan xizmeta welatê xwe hilbijart. Hevrêyê me Şaho ku bi şopa komkujî û hovîtiya rejîma Seddam li dijî gelê Helebçe mezin bûye, her tim bi doza azadiya gelê xwe re eleqedar bûye.

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Efrînê wekî ku di nava tevahiya gelê Kurd de bû sedema bertekeke mezin, gelê Başûrê Kurdistanê jî hêrs kir. Gelek ciwanên Başûrê Kurdistanê ji bo seferberiyê tevlî Berxwedana Serdemê bûn. Hevrêyê me Şaho jî weke gelek ciwanên Kurd li dijî dewleta Tirk a dagirker li ber xwe da. Dît ku cihê herî bi bandor li dijî dewleta Tirk şerkirin, refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ye. Di 16’ê Adara 2018’an de li ser vê bingehê di rojeke pir watedar de, di salvegera komkujiya gelê me yê Helebçeyê ya bi çekên kîmyewî de, tevlî nava refên gerîla bû. Bi tevlîbûna xwe ya gerîla re di rojeke pir watedar de, li ser esasê tolhildana gelê xwe dest bi jiyana xwe ya şoreşgerî kir.

Hevrêyê me Şaho ku êşa gelê xwe di kûrahiya dilê xwe de hîs kir, bi hestên neteweyî yên xurt tevlî Partiya me PKK’ê bû. Jiyana gerîla, sekin û tevgera wan gelekî bandor li wî kir. Bi naskirina hevrêtiyê yên gerîlayan, pîvanên azadiyê û cihê xurt a jinên Kurd di nava PKK'ê de dît ku hilbijartina wî çiqasî rast bû. Dema ku felsefe û îdeolojiya Apoyî xwend û fêm kir, dît ku PKK’ê ne tenê tevgera tolhildan û têkoşînê ye, di heman demê de cihê afirandina jiyanek nû û azad e. Her ku PKK nas dikir, ewqasî pê ve hat girêdan, dilsoziya wî jî kûrtir dibû, tevlîbûna xwe xurtir dikir.

Hevrêyê me Şaho ku li qada Garê dest bi gerîlatiyê kir, bi kesayeta xwe ya kedkar û tevlîbûna xwe ya bênavber di destpêkê de bi pêş ket. Hevrêyê me Şaho ku xwedî tevlîbûneke bi coş û zindî bû, zû fêrî jiyana gerîla bû û xwe bi jiyana çiyayî re adapte kir. Eleqeyeke mezin nîşanî gerîlayên profesyonel da û ji bo pisporiyê gelek ked da. Li ser vê bingehê hevrêyê me Şaho ku derbasî akademiya taybet a leşkerî bû, bû suîqastvanekî pispor. Hevrêyê me Şaho ku ji çeka xwe hez dike û her tim hewl dide di taktîkan de kûr bibe, bi bêsebirî li benda wê rojê bû ku dijminê herî mezin ê gelê me dewleta Tirk were û tola gelê me hilîne.

Dema ku dewleta Tirk a dagirker di sala 2021’an de bi armanca dagirkirina Başûrê Kurdistanê li dijî herêmên Avaşîn, Zap û Metîna êrîşek li dar xist, hevrêyê me Şaho ji bo rawestandina êrîşa dagirkeriyê ya dijmin çeke xwe hildaye û ketiye tevgerê. Bi kîn û hêrseke mezin li hemberî dijmin şer kir û di gelek çalakiyan de cih girt. Hevrêyê me Şaho ku şoreşgerekî dilsoz, bi biryar, leheng û jîr bû, performansek şer a xurt nîşan da. Ji bo axa Başûrê Kurdistanê ku bi şehadeta bi sed hezaran ewladên gelê Kurd û têkoşîna wan a bi dehan salan hatiye rizgarkirin, neyê dagirkirin, wekî tevahî hevrêyên xwe bê guman tevlî bûye. Bi pêşengtiya di şerê li dijî dagirkeriyê de hem rola xwe ya dîrokî lîst û hem jî hezkirin û hurmeta hemû hevrêyên xwe bi dest xist.

Hevrêyê me Şaho di êrîşa dijmin a 21’ê Hezîranê de li herêma Berxwedanê ya Çemço ya Zapê pêk hat de şehîd bû. Hevrêyê me Şaho ku di nava refên gerîla de bi lehengî şer kir, weke lawekî leheng, hêja û berxwedêr ê gelê Başûrê Kurdistanê, di dîroka azadiya gelê me de cih girt. Hevrêyê me Şaho fermandarekî qehreman ê netewî bû ku bi paradîgmaya Apoyî bi welatparêziya xwe ya xurt, bi hezkirina gelê xwe û hêrsa xwe ya li hemberî dijmin û dagirkeriyê bû mînak. Di serî de malbata wî ya welatparêz û gelê Başûrê Kurdistanê, çiqas bi kurekî wisa qehreman û xwedî hişmendiya netewî serbilind bin jî wê kêm bimîne. Kesayetiya hevrêyê me Şaho a netewî, welatparêzî, dilsoziya ji bo welatê xwe û lehengiya wî ya mezin, bangeke li hemû ciwanên Başûrê Kurdistanê ye ku li dijî dagirkeran têbikoşin. Em soz didin ku em ê armanc û xeyalên hevrêyê xwe Şaho pêk bînin û rê nedin dagirkirina Kurdistanê.

ŞAHÎN BARAN

Hevrêyê me Şahîn li navçeya Sîlopî ya Şirnexê di malbateke welatparêz a ji eşîra Sipêrtî de ji dayik bû. Malbata wî navê lehengê mezin ê gelê Kurd heval Agît li wî kir û di nava çanda eşîr û derdora xwe ya welatparêz de hatiye mezinkirin. Hevrêyê me yê ku bi nirxên neteweyî yên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê afirandî ye mezin bûye, zû rastiya têkoşînê fêm kiriye û rastiya xwe derxistiye holê. Wî 9 salan li dibistanên fermî yên Tirkiyê xwend, lê piştî demekê pê hesiya ku tişta ku jê re hatiye hînkirin dîroka xeyalî ya serdestan e û dîroka gelê wî bi tevahî hatiye paşguhkirin. Ji ber vê yekê dev ji dibistana dijmin berda û ji bo ku bi keda xwe debara xwe bike dest bi xebatê kir. Weke operator kar dikir û di warê aborî de alîkariya malbata xwe dikir.

Hevrêyê me Şahîn ji ber ku ji têkoşîna hebûn û azadiya gelê Kurd haydar bû, xwestiye tevkariyê li vê têkoşînê bike û weke ciwanekî Kurd berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Li ser vê bingehê dest bi xebatên ciwanên şoreşgerî kir û bi cesareteke mezin beşdarî gelek çalakiyên ciwanan bû. Hevrêyê me Şahîn ku di bin zextên dijmin de mabû, bi vî rengî rastiya dijmin gelekî baştir nas kir. Şehadeta kurê mamê wî hêrsa hevrêyê me Şahîn a li hemberî dijmin hîn zêdetir kir û bû sedem ku rêyek hilbijêre. Li ser vê bingehê li Botanê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me ji jiyana PKK’ê ku bi çandeke komunal hatiye afirandin, têkiliyên hevrêtiyê, çanda rexne û rexnedayînê û ji xwezaya çiya gelekî bandor bû. Bi xwe jî diyar kir ku PKK’ê rastiya cîhanê, rastiya gelê kurd û rastiya wî nîşanî wî daye û qirêjiya pergalê paqij kiriye. Hevrêyê me Şahîn ku bi vê hest û hişmendiyê tevlî jiyana gerîla bûye, fedekarî û kedê esas girtiye. Di pêvajoya şer a li Zapê de fêrî gerîlatiyê bû, her roj bi rastiya dijmin re rû bi rû ma û xwe perwerde kir.

Hevrêyê me Şahîn ku ji dil û can bi armanca profesyonelkirina gerîla bawer dike, ji bo xwe bigihîne vê astê tevlî perwerdeya pisporiya leşkerî bûye. Pêvajoya perwerdehiyê erênî nirxand û bi biryardariyeke mezin temam kir. Di sala 2018’an de li Xakurkê hevrêyê me Serdem Pîr (Adem Aytis) kurê mamê wî şehîd bû, hêrsa hevrêyê me ya li hember dijmin û îradeya wî ya tolhildana şehîdan zêdetir kir. Hevrêyê me Şahîn ê ku weke gerîlayekî pisporê çekên otomatîk ên navîn vegeriya Zapê, li vir bê dudilî tevlî pratîkê bû. Li Zapê dizanibû xwe li hember hemû êrîşên dijmin ên ji hewayî û bejayî biparêze û bi hesasiyeteke mezin xebata xwe domand. Îro jî di amadekirina binesaziya çeperên şer û tunelên şer de ku zemîna derbeyên mezin li dijmin dixe, kedek mezin da. Hevrêyê me Şahîn ku bi tevlîbûna xwe ya ji dil, bi coş û fedaî qîmeta hevrêyên xwe girt, li dijî êrîşa dagirkeriyê ya berfireh a li hember Zapê de cihê xwe di nava tîmên gerîlla yên bi tevger de girt.

Zanistiya xwe ya dewlemend a ku hîn bû û veguherand ezmûnê, bi şêwazê şerê tîmên bi tevger û bû yek ji milîtanên fedayî yên Apoyî ku di sala 2022’an de pêşengtiya berxwedanê kir. Hevrêyê me Şahîn ku di êrîşa dijmin a 21’ê Hezîrana 2022’an de şehîd bû, weke lawekî leheng ê malbata xwe, ji eşîra Sipêrtî û gelê Botanê di dîroka me ya têkoşînê de cih girt. Wê cesaret, fedekarî û îradeya têkoşîna hevrêyê me ya li dijî dijminê mêtînger her tim rêberiya me bike, wê tolhildan û xeyalên wan teqez pêk werin.

DARA XELÎLA

Hevreyê me Dara Xelîla li navçeya Berwarî ya Sêrtê di nava malbateke welatparêz de ji dayîk dibe. Mîna endamekî eşîra Xelîla ku di herêmê de bi welatparêziya xwe te naskirin, di nava malbateke ku tevlîbûna wan ya têkoşîna azadiyê û şehîdan hene de mezin bû. Hevreyê me Dara Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ji zarokatiya xwe ve nas dike, her tim bi doza azadiya gelê xwe re girêdayîbû. Tevlîbûna bira û kur mamên wî bandor li hevreyê me Dara kir û legerîna wî ya azadiyê xurttir kir. Hevreyê me Dara ku di civakê de bi keda xwe dijî û li ser lingan disekine, dibe xwedî kesateyek gihiştî. Êrîşên dewleta Tirk a qirker ên di 24’ê Tîrmeha 2015’an de çarçoveya Plana Çokdanînê a li hemberî gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê pêk anî,  ji bo hevreyê me Dara bû hêrseke mezin. Dît ku van êrîşên berfireh ku armanc dikin gelê me ji qirkirinê re derbas bikin, yekane rê têkoşînekî bi bandor a gerîla ye. Hevreyê me Dara bi vê baweriyê tevlî nava refên gerîla dibe, yekemîn perwerdeya xwe li Garê dibîne û xebatê dimeşîne.

Ji heybeta çiyayên Kurdistanê, hevaltiya di nava PKK’ê, şêwaz, şêwaza jiyanê û sekna wan gelek bandor dibe. Hevreyê me Dara bi hemû hebûna xwe, tevlîbûna jiyana azad a gerîla dike bingeh û xwe zû pêş dixe. Di nava PKK’ê de bedewiya jiyana komunal dibîne û bi vê bingehê perwerdekirina xwe ji bo xwe dike armanca bingehîn. Hevreyê me Dara ku mîlîtanekî hişmendiya Apoyî ye, bi tevlîbûna xwe ya ji dil, rast û fedaî hezkirina hevreyên xwe bi dest dixe. Hevreyê me Dara di jiyanê de PKK’î bûn û di şer de hostebûnê esas digire, di dibîstana operesyonê de perwerdeya leşkerî dibîne û xwe pêş xistiye. Hevreyê me Dara ku her tim xwe bi awayek xurt ji bo erkên ku dikeve ser milê xwe amade dike, di sala 2018’an de derbasî qada Zapê dibe.

Hevreyê me tevlî têkoşîna çalak ya li Zapê dibe, hem di jiyanê de û hem jî di şer de berpirsiyariyeke mezin werdigire. Hevreyê me Dara ku her erka ku dikeve ser milên xwe bi ciddiyetekî mezin pêk tîne, di her xebata xwe de serketinê ji xwe re dike armanc. Bi tevlîbûna xwe ya biîstikrar û sekna xwe ya bi biryar di qada şer de pêş ketiye. Di kesayeta xwe de biserketinên kesayeta milîtan a Apoyî bi cih dike û taybetmendiyên fermandariyê bi dest dixe. Di avakirina binesazî, çeper û tunelên şer de cih digre. Bi ked û hewldanên xwe yên mezin bi fedakarî tevlî dibe. Hevreyê me Dara di berxwedana li dijî êrîşên dagirkeriyê ku 14’ê Nîsana 2022’an de pêş ket, bi awayekî çalak cihê xwe girt. Mîna zarokekî hêja, leheng ê gelê Botanê ji bo doza azadiyê gelê xwe her curê fedakarî kir û bi fedaî şer kir. Hevreyê me di 21’ê Hezîranê de di êrîşa dijmin de gihişt asta şehadetê. Em soz didin ku em ê bîranîna hevreyê xwe Dara ku jidilî, fedakarî, cidiyet, wêrekî û hevaltiya xwe di têkoşîna me de şopa xwe hişt, her tim bidin jiyîn û teqez em ê armancên wan bigihîjînin serketinê.”