Bertek nîşanê destgîrkirina rojnamevanan hat dayîn

DFG û MKGP’ê diyar kirin ku rojnamevan ji aliyê dewletê Îranê ve hatin destgîrkirin û wiha gotin: ‘’Tu rejîmek nikare rê li ber derketina holê ya rastiyê bigire.’’

Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MGKP) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û li ser destgîrkirina gelek rojnamevanan ji aliyê rejîma Îranê ve daxuyaniyek a nivîskî da dan. Nilufer Hemîdî, Yelda Meîrî û Fatîma Rajabî jî di nav rojnamevanên destgirkirî de ne.

MGKP: EM DEST JI RAGIHANDINA RASTIYÊ BERNADIN

Di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê MGKP’ê ve hat dayîn de wiha hat gotin: ‘’Em wek rojnamevanên jin dev ji nivîsînê, teşhîrkirina hişmendiya mêrserwer, ragihandina gel a rastiyê bernadin. Em li kû bin jî em bibin piştevan bi hevpîşeyên xwe re.’’

DFG: HÊZA WAN TÊRÊ NAKE

Di daxuyaniya DFG’ê de jî wiha hat gotin:

‘’Em destgîrkirina rojnamevanan şermezar dikin. Li kû dera cîhanê be jî, erka rojnamevanan ragihandina rastiyê û hîsandin gel pê ye. Ji ber kirina karê xwe, nabe ku rojnamevan bibin hedef, bên darizandin û cezakirin.Em careke din dixwazin bidin zanîn ku li Îranê û hemû derên cîhanê wê rojnamevan pêkanînên rejîmên zextker binivîsin. Hêza tu rêjîmê têrê şikandina pênûsa rastiyê nake. Em bi vê baweriyê li kû dera cîhanê be jî em ê bi wan rojnamevanan re bin ku tevî zext û pêkutiyan rastiyê binivîsin.’’