Xizmên windayan li aqûbeta Zozan û Orhan pirsîn

Xizmên windayan li aqûbeta Zozan û Orhan pirsîn ên ku 25 sal berê ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin windakirin.

Xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 711'an de çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolûyê li dar xistin. Malbatan di çalakiyê de wêneyên windayan hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Zozan û Orhan Eren ên ku hevjînên hev bûn û  ji 25'ê Îlona 1997'an û vir ve agahî jê nayê girtin, hat vegotin. Çîroka her du hevjînan winda ji aliyê Cîgira Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Ezgî Sîla Demîr ve hat xwendin.

Serokê Şaxa ÎHD'ê Abdullah Zeytûn axivî û bal kişand ser demborîna doza nivîskarê Kurd Mûsa Anter û got: “Me ji daraza girêdayî hikumetê hêviya encamekî adil nedikir. Têkoşîneke parastvanên edaletê li vî welatî heye. Ev têkoşîn, ji bo dîtina rêyekê tê dayîn. Weke parastvanên mafên mirovan, wê têkoşîna me ya li dijî demborînê û polîtîkaya cezanekirinê bidome.”

ÇÎROKA WINDAYAN

Piştre Ezgî Sila Demîr çîroka hevjînên winda xwend û wiha hat gotin: “Zozan Eren li Nexweşxaneya Pasûrê hemşîre bû û hevjînê wê Orhan Eren jî karmendekê girtîgehê ya navçeya Licêyê bû. Berî ku Zozan Eren ji holê winda bibe 3 heftiyan, bi hinceta ‘Alîkarî rêxistinê” sirgûnî Nexweşxaneya Nexweşiyên Zayîna Jinan û Zarokan a Amedê hatibû kirin. Qeymeqamtiya Pasûrê Zozan vedixwîne cem xwe û jê dixwaze ku ji vê derê tayîna xwe bixwaze. Piştre du polîsên li qeymeqamtiyê kar dikirin, ji Zozan re gotin; ‘Tu dermanan ji rêxistinê re dişînî. Lewma divê tu ji vê derê biçî.’”

Zozan a tayîna wê ji bo Amedê derdikeve. Di vê demê de zarokên wê li gel dayika wê Pembe Toprak bû. Zozan Eren di 24’ê Îlona 1997’an de telefonî dayika xwe dike û dibêje, ‘Sibê ez û Orhan werin Pasûrê zarokên xwe bigrin û piştre dîsa vegerin Amedê’. Dayika Zozan Pembe Toprak dema ku dibîne keça wê û zavayê wê di 25’ê Îlonê de nehatin, dikeve nava fikaran. Di heman şevê de di saet 24:00’an de bi rêya telefonê Serdozgerya Girtîgeha Lîcê ku Orhan lê dixebite dike û jê dipirse we ji Orhan û hevjîna wî agahiyek girtiye yan na. Hevalekê Orhan ê kar piştî demekê telefonî dayika Zozan dike û jê re dibêje ku wesayîta wan 50 metre nêzî Qereqola Angul ya Lîcê dîtiye.

Roja din ango roja Şemiyê dayik Toprak ji bo serlêdanê bike diçe Qereqola Jendirmeyan a Pasûrê. Yên li navenda polîsan; bi îdiaya ku betlane ye, serlêdana wê qebûl nake û jê re dibêje ku roja Duşemê were. Dayika Pembe Toprak roja duşemê serî li Serdozgeriya Pasûrê dide û hewl dide rewşê vebêje. Dozger telefona qereqola polîsan a li cihê bûyerê dike û hewl dide agahiyê bigre. Yên li qereqolê radigihînin ku 'bûyera revandinê pêk hatiye û Orhan û Zozan Eren ji aliyê endamên rêxistinê ve hatine revandin.”

Di çalakiyê hate destnîşankirin ku leşkerên Tirk xwestinêebûyerê biavêjin ser PKK’ê û wiha hat gotin: “Malbata ku ji hiqûqa navxweyî tu encam negirt, serî li DMME'yê dide. AÎHM'ê di 21'ê Sibata 2005'an de Tirkiye bi 'binpêkirina mafê jiyanê' ji vê dozê mehkûm dike."