YBŞ: Divê gelê me li dijî dagirkeriya Tirk û hevkarê wê PDK'ê rabe ser pêya

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YBŞ’ê têkildarî êrîşa îro ya li ser Til Izêr a Şengalê daxuyaniyek da û got: “Divê gelê me yê Êzidî li dijî dagirkeriya Tirk û hevkarê wê PDK’ê rabe ser piya.“

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), êrîşa dewleta Tirk a dagirker a ku îro bir bi ser navçeya Til Izêr a Şengalê de, daxuyaniyek nivîskî weşand. YBŞ’ê got ku di encama vê êrîşê de, tu zerar negihîştiye hevrêyên wan.

Di daxuyaniya YBŞ’ê de wiha hat gotin:

“Îro di saet 15.30’an de balafira bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker êrîş bir ser navçeya Til Izêr a girêdayê Şengalê kir. Dewleta Tirk a dagirker bi vê êrîşê encam negirt ango tu zerar negihîşt hevrêyên me.

Wek tê zanîn dema çeteyên girêdayê dewleta Tirk a faşîst û DAÎŞ’ê sala 2014’an êrîşê Şengalê kirin, yek ji cihên ku li dijî van êrîşan li ber xwe dabûn, xelkê me yê Til Izêr bû. Li vir bi dehan kes birîndar û şehîd bûn. Lê dîsa jî gelê me ji berxwedana xwe tu car tawîz neda. Lewma dewleta Tirk a dagirker xwest vî ruhê berxwedanê têk bibe û bi êrîşên hewayî deskeftiyên gelê me jê bistîne. Di pêvajoyek a wiha de gelê me yê koçber ê di bin konan de dijî, dixwazin li axa xwe ya pîroz vegerin, ev êrîş armanca dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wî PDK’ê nîşa dide. Gelê me yê ku bi fermanan re rû bi rû maye, tu car xaka xwe bernedaye. Bi van êrîşan û şerê teybet qirkirina fizîkî ya gelê me ji xwe re dikin hedef.  Gelê me yê Êzidî ku çawa xwe li ber fermanê parastina xwe kir û nehişt DAÎŞ Şengalê dagir bike, niha jî li dijî dagirkeriya Tirk û hevkara wê PDK’ê têdikoşe.

Em careke din bang li gelê xwe dikin ku dijî êrîşên bi her awayî yên dijmin bertekên xwe nîşan bidin û rê nedin dagirkeriyê ku xwe li ser vê axa pîroz bike serwer.  Lewma divê gelê me yê Êzidî li ber van êrîşan û polîtîkayên qirêj rabe ser pêyan.“