Malbatan cenazeyên gerîlayên YJA Starê Sûcîn û Kîye wergirtin

Cenazeyên gerîlayên YJA Starê Hacer Sûcîn û Aliye Kîye ji aliyê malbatên wan ve hatin stendin.

Artêşa Tirk di 20'e Îlonê de li Çiyayê Gorsê yê Pîran a Amedê êrişeke hewayî pêk anî. Di encama êrişê de ji gerîlayên YJA Starê Hatîce Ay, Hacer Sûcîn û Aliye Kîye şehîd bûn. Cenazeyên şehîdan rakiribûn Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Amedê. Li gel ku malbatên wan cenaze teşhîs kiribûn jî, cenaze radestî malbatên wan nedihatin kirin.

Li ser vê yekê malbata Hatîce Ay li pêşiya Saziya Tipa Edlî dest bi çalakiya rûniştinê kir. Li ser vê yekê Serdozgeriya Komarê ya Amedê neçar ma ku paşde gav biavêje û cenazeyê Ay şevê din radestî malbatê kir. Îro jî cenazeyên malbata Hacer Sucîn û Aliye Kîye radestî malbatan hatin kirin. 

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê, endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY DER), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî piştgirî dan malbatan. 

Malbatan piştî ku cenazeyên xwe wergirtin ber bi bajarên xwe ketin rê. Cenazeyê Alîye Kîye ji bo veşartinê birin Wanê û yê Hatîce Sûcîn jî birin Sêrtê.