Cenazeya gerîlaya YJA-Starê Sûcîn spartin axê
Cenazeya gerîlaya YJA-Starê Hacer Sûcîn a ku 20’ê Îlonê şehîd bû, li warê wê hate veşartin.
Cenazeya gerîlaya YJA-Starê Hacer Sûcîn a ku 20’ê Îlonê şehîd bû, li warê wê hate veşartin.
Gerîlaya YJA-Starê Hacer Sûcîn roja 20’ê Îlonê li çiyayê Gorsê yê navçeya Pîran a Amedê şehîd bû. Malbata gerîlaya şehîd Hacer Sûcîn, cenazeyê wê ji Saziya Tiba Edlî ya Amedê (ATK) girti û anîn warê wê Sêrtê.
Polîsan nehişt ku cenaze bi awayek girseyî li Goristana Şêx Mûsa ya li Taxa Doganê bê veşartin.
Kar û barên veşartina cenazeyê tenê bi tevlîbûna endamên malbatê pêk hat. Piştî kar û barên olî cenaze spartin axê.