Li Rojhilat û Îranê berxwedan mezin dibe

Berxwedana ku piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî dest pê kir, li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê belav dibe.

Çalakiyên ji bo jina Kurd Jîna Emînî ya hatî qetilkirin li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê berdewam dikin. Li hin bajaran jî xwepêşandan hatin destpêkirin.

Hate diyarkirin ku gelê bajarê Şinoyê, hêzên Îranê ji hin kolanan derxistine.

Di navbera hêzên Îranê û gelê bajarê Sine de şer û pevçûnên mezin derketin. Li bajarê Bokanê jî hêzên Îranê rasterast malan gulebaran dikin.

Li Tehran, Meşhed û Kumê ku hê jî xwepêşandan lê berdewam dikin, hêzên Îranê rasterast gel gulebaran kirin.

Li bajarê Meşhedê peyker û posterên gelek rayedarên dewletê hatin şewitandin.

Her wiha Kurdên li Xurem Awa (Loristan), Erdebîl û Xorasanê jî dest bi xwepêşandanan kirin.

GEL LI HEMBERÎ ÊRÎŞAN VENAKIŞE

Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, di xwepêşandanan de heta niha 50 xwepêşander hatine qetilkirin. Tevî destgîrkirinên girseyî jî, gel ji kolanan venakişe.