Dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ Îranê dihejîne

Piştî ku ‘polîsên exlaqê’li Saqizê jina Kurd a bi navê Jîna Emînî li Tehranê bi êşkenceyê qetil kir û şûnde, xwepêşandanên dest pê kir her kêliya diçe xurtir û germtir dibe.

Dema mirov li dîmen û kêliyên xwepêşandanê dinêre, dibîne ku ji hemû astan ji hemû temenan jin û mêr li kolanan e. Taybet dema ku cenazeyê Jîna Emînî li ser goristanê hate definkirin, diyar bû ku wê helwest û nerazîbûnên mezin bi xwe re bîne. Rastî jî wisa bû. Ji wê kêliyê heta niha li seranserî Rojhilatê Kurdistanê û beşek Îranê xwepêşandan û serîrakirineke jinan dest pê kir.

Jinên Kurd, Fars, Azerî, Belûcî, Kelhorî û Îranî mil bi mil li dijî rejîma faşîst a ku girtina por a bi navê ‘hîcabê’ li ser jinê ferz dike, mafê jinê û hemû civakê sînordar dike daketine qadan û li dijî sîstema mêrserwer a faşîzan çalakiyan li dar dixin.

Balkêş e, di vê xwepêşandanê de dirûşmek tê qêrîn. Ev dirûşm ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ ye. Ev dirûşm bûye sembola raperîna niha li Îranê 9 roj in li pey xwe dihêle. Ev dirûşim hem bi Kurdî û hem jî bi Farisî tên qîrkirin.

Her wiha jin hîcaba tê ferzkirin red dike, li kolanan porê xwe diqusînin; daxwaza hilweşandina rejîma faşîst dikin. Em dibînin hêrs û çalakiyên tên kirin, ji gelek reng û rûyên çalakiyên berê xurtir û dîsa biryardartir e. Her wiha mêr jî mil bi milê jinê, ji bo mafê jinê û sepandinên li ser jinê tên ferzkirin, cihê xwe di çalakiyê de digirin.

Her wiha ne tenê li Kurdistanê ji derve jî, piştevaniyeke xurt a di serî de jinan û gelek aliyên demokratîk ji bo xwepêşandan û serhildana jinan heye.

Gelek alî vê weke raperîn ango serhildan jî bi nav dikin. Ji xwe çalakvan jî vê yekê piştrast dike. A dixuyê li qadan ji raperînê ne cihê ye. Hêrseke ne nû ye, kîneke ne nûye, daxwazeke zêdetirî 40-45 salî ye.

Rejîma faşîst a îslamî ya radîkal a Îranê bi salan e, bi vê hişmendiya xwe ya feodal û paşverû li ser beden, por û fîzîka jinê koledarî ferz kiriye û jin kiriye amûreke ya mêr û dîsa hebis kiriye. Jin ne li malê, ne li kolanan û ne jî li deverekê ne bi ewle be û tim di bin çavdêriya sîstem û mêr de be. Qadeke xweser a jinê ku lê azad xwe hîs bike nehiştiye. Ne li gel mêr, ne li gel malbat, ne li gel hezkirî û ne jî li qada jiyanê. Di rewşeke wiha de wê jin çawa bikare bijî. Jiyîneke fîzîkî ye. Ruhî miriye, cesteyî, hestî mirî ye.

Ji bo wê qetilkirina Jîna Emînî ji bo jinan bû xala dawî ya tehemûlê. Jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê divê li kolanan heta dawî bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li ber xwe bide, heta encamek baş a hilweşandina rejîma faşîst bi xwe re bîne, têbikoşe. Ji ber ku heta ev rejîm hebe, ne mimkûn e ku jin azad be. Wê sibe Jînayek din bibe qurban. Ji bo Jînayek din nebe qurban, îro divê ev rejîm, desthilat bê hilweşîn.

Jin û mêr, çi Kurd, çi Fars, çi Azerî û çi jî pêkhateyên din, a tê ferzkirin ne ji bo reng û neteweyek pêkhateyekê ye. A tê ferzkirin li ser hemû rengê civakê jinên herêmê ye. Ji bo wê îro derfetê heyî, divê baş bê bikaranîn. Îro ji welat bigire heta derveyî welat her kes li gel we ye, ruhê Jîna, Şilêr û bi sedan jinên girtî bi we re ye. Li wan qadan bi we re li ber wan faşîstan tê dikoşe.

A li qadan rû dide, ruhê Jîna ye. A li ber faşîzmê serî radike û teslîm nabe ruhê Şilêr e.

Eger ku ev çalakî bi ser bikeve, wê gelek jinên girtî ku daxwaza mafê xwe kirin, azad bibe. Wê jin li qadê, li kolan û malê azad bibe. Wê ruhê bi sedan jinên berxwedêr ku li ber rejîmê rabûn û hatin sêdaredan azad bibe û bi jinên azad re bijî.

Ji bo wê ye dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ heta serketinê divê bê qîrîn û textê faşîstan û rejîmên faşîzan bê hilweşandin.