YPS'ê li dijî cerdevanên ku daran dibirin, çalakî kir

Tîma Bersivdanê ya YPS'ê li dijî cerdevanên ku li Bestayê daran dibirin çalakiya bombeyî kir.

Tîma Bersivdanê ya Şehîd Şervan Erkendî ya YPS'ê li hemberî traktora cerdevanan ên ku li Bestayê daran dibirin, çalakiya bombeyî kir.

Li ser çalakiyê ev agahî bi daxuyaniyekê hate dayin: "Tîma me ya Bersivdanê ya Şehîd Şervan Erkendî li ser bingeha pêngava serketinê ya sala 50'î, li herêma Bestayê li nêzî gundê Kaniya Mîr-Gundê Navyanê, di dema derbasbûna traktorekê de ku daristan wêran kiribû, bi sabotajê çalakî kir. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hate tespîtkirin kontrayên cerdevan Ozgur Babat, Mervan Bîlen, Dîndar Benek, Hasan Babat birîndar bûn."

Di dawiya daxuyaniyê de her kesên ku daran dibirin, daristanan wêran dikin, her wiha yên darên dibir hildigirin û bar dikin, hatin hişyarkirin.

Di vê der barê de hate gotin, "Ev şer şerekî welê ye ku wê teqez hesab ji dijmin û nokeran bê xwestin."