HPG: 11 dagirker hatin cezakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir hêzên wan di 22 û 23’ê Îlonê de li hemberî hêzên dewleta Tirk a dagirker 9 çalakî kirine û herî kêm 11 dagirker ceza kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Artêşa Tirk a dagirker bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî êrîşî Qadên Berxwedanê û çeperên şer dike. Li hemberî van êrîşan, gerîlayên azadiya Kurdistanê jî bi ruhê fedaî yê Apoyî û cesareteke bilind li hemberî artêşa Tirk a dagirker çalakiyan dike û derbê li artêşa Tirk a dagirker dixe.”

Derbarê şer û êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker di 2 rojan de kiriye ev agahî hatin dayîn: “Hêzên me 9 çalakî kirine, di van çalakiyan de 11 dagirker hatine cezakirin, dagirkerek jî birîndar bûye. Di heman demê de 2 çeper hatine îmhakirin, dronek û konekî leşkerî hatiye îmhakirin. Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 14 caran bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî, 4 caran bi helîkopterên êrîşê, bi dehan caran jî bi obus û çekên giran bombe kirine.

Çalakiyên gerîlayan û êrîşên dagirkeran jî wisa ne:

1.Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

-Di 22’ê Îlonê de saet di 08.00’an de bi çekên giran li dagirkerên li dora çeperên şer ên Şehîd Agir a li Qada Berxwedanê ya Sîdayê hate xistin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatine cezakirin û dagirkerek jî birîndar bûye.

-Di 22’ê Îlonê dee saet di 11.00’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Fedakar a girêdayî Çemçoyê hate xistin.

-Di 22’ê Îlonê de saet di 12.30’an de dagirkeran dema ku xwestin têkevin çeperên şer ên Şehîd Agir a li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, bi çekên ferdî li wan hate xistin. Piştî lêdana hêzên me, dagirker neçar man gavekê vekişin.

-Di 22’ê Îlonê saet di 15.00’an de dema ku dagirkerên li Qada Berxwedanê Çemçoyê ketin tevgerê, tîmên me yên bi tevger bi taktîka sûîkastê li dagirkeran dan. Li vir dagirkerek hate cezakirin.

-Di 22’ê Îlonê saet di 16.30’an de tîmên me yên bi tevger du caran bi sûîkastê li dagirkerên li dora çeperên şer ên Şehîd Agir a li Qada Berxwedanê ya Sîdayê dane. Li vir 2 dagirker hatine cezakirin.

2. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakûrkê;

– Di 22’ê Îlonê saet 13:00’an de dagirkerên li herêma Girê Şehîd Derwêş a Xakurkê piştî ku ketin bin çavdêriya hêzên me, tîmên me yên bi tevger yê YJA Starê bi çalakiyeke koordînekirî ya gerîla, li dagirkeran dan. 4 dagirkerên ku bi çekên giran hatin derbkirin hatin cezakirin, 2 çeper hatin rûxandin. Piştî çalakiyê hêzên me dronên keşfê yên li herêmê geriyane jî kirin hedef û dronek rûxandin.

3.Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

– Di 22’ê Îlonê saet 05:50’an de dagirkerên li qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ji aliyê tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê ve bi çekên otomatîk hatine gulebarankirin, dagirkerek hatiye cezakirin û konekî leşkerî hatiye rûxandin. Dagirkerên ku piştî çalakiyê xwestin mudaxele bikin, bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

– Di 23’ê Îlonê saet 00:40’an de dagirkerên li qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve bi taktîka sûîqestê hatin gulebarankirin û dagirkerek hate cezakirin.

4. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî;

– Di 22’ê Îlonê de çeperên şer ên li Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê FM 5 caran bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

– Di 22’ê Îlonê de çeperên şer ên Şehîd Felat û Şehîd Agir ên qada Berxwedanê ya Sîda û çeperên şer ên Şehîd Bahoz ên li qada Berxwedanê ya Çemçoyê 9 caran bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

5. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

– Di 22’ê Îlonê de Qada Berxwedanê ya Sacayê 4 caran ji aliyê helîkopterên êrîşê ve hate bombekirin.

– Di 22’ê Îlonê de Qadên Berxwedanê yên Çemço, Girê Hekkarî, Girê Cûdî û Girê FM’ê bi dehan caran bi obus û çekên giran hatin bombekirin.

– Di 22’ê Îlonê de li qada Berxwedanê ya Girê Cûdî  balafirên bê mirov geriyan.”