Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Hatîce Ay bi sloganan hate veşartin

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Hatîce Ay a ku li Pîranê şehîd bûbû ji Saziya Tipa Edlî hate stendin û bi dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’ hate veşartin.

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Hatîce Ay ku di 19'ê Îlonê de li navçeya Pîrana Amedê di êrişeke hewayî de tevî endamên YJA Starê Aliye Kiye û Hacer Sûcînê jiyana xwe ji dest dabû, radestî malbata wê nedihat kirin. Li ser vê yekê dayika Hatîce Ay, Hîdayet Ay û birayê wê Ayetûllah Ay bi armanca wergirtina cenazê li ber Edliyeya Amedê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin û partiyên siyasî û saziyên sivîl jî piştgirî dan çalakiyê. Dûre Serdozgeriya Komarê ya Amedê paş ve gav avet û cenazê radestî malbatê kir. Malbatê cenazeyê keça xwe nîvê şevê ji Saziya Tiba Edlî (ATK) teslîm girt û birin gundê Hewrê yê giredayî navçeya Pasûrê ya Amedê û bi girseyî veşartin. 

Li ser agahiya ku wê cenaze biçe gund şeniyên gund, li gund kom bûn û cenazê pêşwazî kirin. Cenazê bi konvoyê ket nava gund û di mala şînê de merasîma cenaze hat lidarxistin. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Remziye Tosûn û Gulîstan Kiliç Koçyîgît, endam û rêveberên HDP'ê yên Amedê, endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) tev li merasîma cenaze bûn. Girse bi çepikan dirûşmeya, "Şehîd namirin" berzkirin û lîlandin. Piştî ku wecîbeyên olî pêk hatin, girseyê bi çepik, tilîlî û dirûşmeyan cenazê xistin wesayîta cenaze û bi konvoyê çûn Goristana Kalê Şêx Badîn. 

Goristana Kalê Şêx Badîn ji aliyê lêşkeran ve hat dorpêçkirin. Cenazê piştî rêzgirtina deqîqeyekê hate veşartin. Girseyê di merasîma veşartinê de piştî ku dua xwendin bi çepikan lîlandin û dirûşmeya, "Şehîd namirin" berz kirin.