Şehîdên zindanê hatin bibîranîn

Komîteyên Zîndanê yên PKK-PAJK'ê kesên di komkujiya li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ya 24'ê Îlona 1996'an de şehîd bûne û hemû şehîdên zindanê bi bîr anîn û banga mezinkirina têkoşînê kirin.

Komîteyên Zindanê yên PKK-PAJK'ê, bal kişandin ser ferzkirina teslîmiyetê ya li ser şoreşgerên welatparêz ên li zindanê û li dijî wê berxwedana şoreşgeran û komkujiya 26 sal berê bi bîr xist. Komîteyên Zindanê gotin, “Li Amedê bi dehan şoreşgeran li ber xwe dan û rûpelek nû li kevneşopiya me ya berxwedanê zêde kirin” û bal kişandin ser rewşa heyî û bang li hemû sazî, derdor û kesayetên welatparêz, şoreşger, demokratîk kirin ku berxwedana zindanan xurt bikin û li dijî polîtîkayên qetlîamê yên li zindanan tên meşandin xwedî helwest bin.

Komîteyên Zindanê yên PKK-PAJK'ê bi wesîleya salvegera komkujiya 26 sal berê li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê pêk hat daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin:

TESLÎMIYET HAT FERZKIRIN

“Dîroka dewleta Tirk hema bêje dîroka komkujiyan e. Bi sedan qetlîamên li dijî Kurd, Ermen, Yewnan, Elewî û sosyalîstan, rejîma nîjadperest a faşîst xwe ava kir û xwe domand. Her wiha bi qasî qetlîamên li derve li hemberî civakê pêk tîne, her tim ev nêzîkatiya qetlîamker weke polîtîkaya şerê taybet a li hemberî mûxalîfan, şoreşger, sosyalîst û welatparêzên ku di girtîgehê de mabû, xist dewrê û bi vî rengî hem li hember pêkhateyên têkoşer, hem jî li hember civakê û hem jî li hemberî beşê welatparêziya şoreşgerî ya ku desteser kiribûn, dixwestin teslîmiyetê ferz bikin. Komkujiya li Zindana Amedê ya di 24’ê Îlona 1996’an de jî yek ji van e.

BI BEDENA XWE BEND AVA KIRIN

Girtiyên azadiyê ku ji bilî bedena xwe ya tazî tiştekî wan tune ku xwe biparêze, di 24’ê Îlona 1996’an de li hember xiyanet û îtîrafê bendek a berxwedanê ava kirin. Nehiştin ala berxwedanê ya ku Mazlûm Dogan û şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê ku ber bi ezman ve hatiye bilindkirin dakeve xwarê. 10 hevrêyên çiyayî yên ku şopa berxwedanê şopandine, bi awayek hovane ji aliyê mêtînger, faşîst û qirkeran ve hatin qetilkirin. Bi vê ferzkirinê re di şexsê girtiyên azadiyê de xwestin PKK’ê û civaka Kurd teslîm bigirin. Di pêşengiya Rêber Apo de berxwedana bi biryar û çalak a hem gerîlayên me û hem jî gelê me yê li derveyî welat û bi deh hezaran girtiyên di zindanan de û çalakiyên wan ên bêsînor ên fedekarî û lehengiyê, armancên dijmin têk birin.

ÎRADE ÇAWA DIBE MEŞALEYA JIYANEKE BI RÛMET NÎŞAN DAN

Tevahiya pêkhateya girtiyan, hewldanên hikumeta Ana-Yol a ku di destpêka sala 1996’an de hat ser desthilatdariyê, ji bo ku PKK’ê li her qadê biqedîne, zanibû û dît. Êrîşa li Amedê parçeyek ji polîtîkayên serdemê bû ku di 6’ê Gulana 1996’an de li dijî Rêberê me êrîşa bombeyî pêk hat. Êrîşên hovane yên çeteyan li her derê berdewam kirin û dîlên şer jî ji bîr nekirin. Faşîzmê bi êşkenceyê tunekirina mirovên bêparastin kir pîşe. Bi heybetiya berxwedana li dijî wehşetê careke din nîşanî hemû mirovahiyê da ku îrade çawa dibe meşaleya jiyaneke bi rûmet. Di vê êrîşê de hevrê Mehmet Aslan, Ridvan Bulut, Nîmet Çakmak, Cemal Çan, Ahmet Çelîk, Kadîr Demîr, Edîp Dîrekçî, Sabrî Gumuş, Erkan Perîşan û Hakki Tekin şehîd bûn.

HERDU HEVRÊ PÊVAJO DI LÛTKEYÊ DE HÎS KIRIN

Li Amedê bi dehan şoreşgeran li ber xwe dan û rûpelek nû li kenveşopiya me ya berxwedanê zêde kirin. Van hevalan bi îradeya xwe ya tazî nîşanî dijmin dan ku ferzkirina şerê taybet wê ti encamê nede. Heval Vedat Aydemîr û Hamdullah Şenguner ên ku şewata vê pêvajoyê di lûtkeyê de hîs kirin, bersiveke bi heman rengî ya bi heybet dan. Weke ku her du heval di heman rojê de û di heman demê de li hev kirine, bi çalakiya şewitandina bedena xwe komkujî protesto kirine û tevlî pêvajoya berxwedanê bûn. Bi vî awayî hejmara hevrêyên me yên şehîd bûne 12.

ÎRO JÎ ÊRÎŞ Û BERXWEDAN DEWAM DIKE

Îro jî êrîşên faşîzmê di astek bilind de li dijî girtiyên welatparêz ên şoreşger dewam dikin û teslîmiyetê li wan tê ferzkirin. Li dijî vê em şahidê berxwedana mezin a bi vîn-hişmendî ya girtiyan dikin. Li zindanên ku veguherîne êşkencexaneyê, girtiyên nexweş nayên dermankirin û bi vî rengî polîtîkaya qetlîamê di şert û mercên herî xirab de tê meşandin. Di sala dawî de 50 girtî hatin qetilkirin û ev rewş di van salên dawî de her ku diçe zêde dibe, bi awayekî vekirî diyar dike ku ya tê meşandin polîtîkaya qetlîamê ye.

SOZA GIRÊDANA BÎRANÎNÊ WAN HAT DAYÎN

Em 12 hevrêyên xwe yên di 24’ê Îlona 1996’an de di êrîşa faşîstan a li zindana Amedê de şehîd bûne, şehîdên xwe yên dawî Îbrahîm Yildirim, Mehmet Candemîr, Bazo Yilmaz û Nevzat Çapkin bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û di şexsê van rêhevalan de em soza xwe ya bi hemû şehîdên xwe yên di zindan û têkoşînê de dubare dikin, ku em ê bîranînên wan bigihînin serkeftinê û tola wan hilînin. Ji bo xurtkirina berxwedana zindanê hemû sazî, derdor û kesayetên welatparêz, şoreşger, demokratîk; em bang dikin ku li dijî polîtîkayên qetlîamê yên li girtîgehan rawestin û li dijî faşîzmê berxwedanê bilind bikin.”