Heften: Avakirina eniyeke demokratîk a cemawerî pêwîstiyeke hewce ye

Endamê Meclîsa PJAK’ê Mezlûm Heften bal kişande ser xwepêşandanên li Rojhilat û Îranê û diyar kir ku li Îranê avakirina eniyeke demokratîk a cemawerî û li Kurdistanê jî avakirina eniyeke Kurd û Kurdistanê ya di vê çarçoveyê de pêwîst e.

Endamê Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Mezlûm Heften têkildarê xwepêşandan û serhildanên niha li Rojhilatê Kurdistan û Îranê tên kirin nirxandinên girîng kir.

Heften wiha dest bi nirxandinên xwe kir; “Beriya her tiştî sersaxiyê ji malbat û kes û karên xwepêşanderên jiyana xwe ji dest dane re dixwazim û ji birîndaran re şîfayê dixwazim. Hemû kesên ku tevlê xwepêşandanan dibin û jê re pêşengiyê dikin silav dikim. Bê guman rewşa derketiye holê nabe ku mirov tenê weke bûyerekê bigire dest û lê temaşe bike. Mînakek ji gelek mînakên din e. Encama bê edaletî û zilma ku dewleta Îranê li ser gelên Îranê pêk tîne ye. Gelek mînakên din hene, goristanên bêkesan pir ir. Mirovên ku ji bo daxwaza maf, edalet û ji bo têkoşîna li hemberî zilm û zoriyê şer kirine û rejîmê wana bê ser û şûn kirine ne yek û du ne, bê hejmar in. Lê îro êdî gel hişyar bûne; hem hişyar in û hem jî xwedî daxwaz in. Berê eger bûyerek diqewimî yan jî zilmek dihat kirin, gel qebûl nekirin û weke îro daxwazên xwe dikirin. Îro jî qetilkirina Jîna pêk hat, xelk xwepêşandanan dikin û daxwaz dikin ku êdî zilm nemîne.”

Endamê Meclisa PJAK’ê Mezlûm Heften di dewamê de bal kişande ser rastiya rejîma Îranê û got; “Rastiya rejîmê rastiyeke destpotîk, zalim û gendel e; nasnameya rejîmê hem ji aliyê gelan û hemû cîhanê ve hatiye naskirin. Eger îro em lê binêrin, hem li herêmê, hem li cîhanê hemû gel, çînên cuda û heta neteweyên cuda yên cîhanê, ne tenê gelên Îranî belku hemû gelên cîhanê, heta gelên din ên azadîxwaz û demokrat jî îro li dijî rejîmê dirûşmeyan berz dikin û helwestan nîşan didin. Daxwaz dikin da ku naveroka wê rejîmê teşhîr bikin, ango rejîmeke dijî jin, jiyan û azadî ye. Ji ber wê jî îro gel ev yek rast tespît kirin, navê sembola xwepêşandana wan e, sembola serketina xwe diyar kirine. Li ser wê esasê jî dibêjin Jin, Jiyan, Azadî; çima? Ji ber ku dizanin rejîm li dijî jin e, lewma dibêjin Jin. Li gorî wê jî divê ji bo maf, nasname û hebûna jin israr bikin û li gorî rastiya wateya wê çêbibe. Jin û Jiyan ji ber wê yekê ye ku rejîma mela wate û naverokek ji bo jiyanan gel nehiştiye, gelê ku di wateya felsefî de xwedî nan û kar û jiyana birûmet in, roja îro bê nan, bê karin û jiyana wan herimandine, dibêjin Azadî. Ji ber ku rejîm di esasê de dijî azadiyê ye, demokrasiyê qebûl nake û mirovan li ser bingehê koletiyê bi rê ve dibe. Ji ber wê jî gel navê sembola xwe dîtine û bi dil û can dibêjin “Jin, Jiyan, Azadî” û wê navê sembolîk ji bo serketinê diyar kirine. Bê guman ev yek tiştekî bi nirx e û lazim e ku mirov bi rêzdarî nêzî wê bibe.”

Heften her wiha îşaret bi girîngî û wateya rola pêşeng û tevlêbûna nava xwepêşandan û serhildanan kir û wiha axaftina xwe domand; “Îro pêşengiya vê serhildanê kesên ku rastiya rejîmê fêm kirine ne, bi taybetî jî jin û ciwanan ku du hêzên bingehîn û dînamîk ên civakê ne pêşengiya wî tevgerê dikin û ji bo ku ew jiyan û wateya wê li ser esasê jiyaneke birûmet û pîvanên azadî û demokrasiyê pêk bê amade ne ku berdêlan jî bidin. Êşkence, girtin û kuştin û birîndarî dane ber çavên xwe, lê wî zilm û bê edaletiyê û jiyana koletiyê bi ti awayî qebûl nakin.

DIVÊ GEL HIŞYAR BE

Bê guman îro ev xwepêşandana tê kirin, xwedî hin taybetmendiyên diyar û xweser e. Her çiqasê beriya niha jî li dijî vê rejîmê hin serhildan û xwepêşandan çêbûn û gel bi şêwazên cuda daxwazên xwe anîn ziman û îro jî dubareya heman tiştî ye, dewama heman peyam û daxwazan e; lê hin taybetmendiyên wê hene ku bi nirx in. Pêdiviyên welê ne ku divê mirov wana derxîne pêş, biparêze û pêş bixe. Yek ji wan taybetmendiyan pêşengiya jin û ciwanan e. Her çiqasê gel bi giştî, çîn û beşên cuda yên civakî bi giştî tevlê vî xwepêşandanê bûne, lê rol û pêşengiya jin û ciwanan bi rastî jî taybet e. Mirov wê dibîne. Ew hêz bi taybetî jin û ciwan bûne bingeha guhertinên mezin û bingehîn ku bikaribin esasê jiyan û rejîmê biguherînin. Beşa din jî berfirehiya xwepêşandan û serhildanan e ku taybet bi cihekê nîne. Rast e mijar qetilkirina bê exlaq û ne merdane ya Jîna Emînî ye, lê tenê bi Kurdan û Kurdistanê re sînordar nîne. Giştî pêkhateyên Îranê ango gelên cuda rabûn ser piyan. Hemûyan ew zilm û bê edaletî dîtin û li ser wê bingehê qebûl nekirin. Gelek kesan gotin ku Jîna xwişka me ye, ew qetla hatî kirin, mîna ku li ser endamek a malbata me hatibe kirine. Heta ji wê vêdetir weke mijareke exlaqî, civakî, mirovî û wijdanî û heta yên azadî û demokrasîxwazin, wana temaşe kir û daxwaza xwe kirin, îro serî hildane. Ji bakur heta başûr, ji rojhilat heta bi rojavayê Îranê hemû pêkhateyên civakî bi wê sembola kilîlî ya dîtinî ango Jin, Jiyan, Azadî re dengê azadî û demokrasiyê bilind dikin. Karîn ku ji rewşa derketî re bibin pêşeng û guhertineke esasî ya civakî û bûn û karîn guhertineke bingehîn ya cemawerî çêbikin ku ne tenê di qaliba Îranê de belku di asta Rojhilata Navîn û heta cîhanê aldarê azadî û demokrasiyê bin. Her cure mînakên ku bi rastî ji herêmê derketine û mînakên wê yên pratîkî hene bê guman. Beşek din jî taybetbûna daxwazan, diyarbûna daxwazan û hema hema hebûna hemahengiya di daxwazan e. Ev xaleke bingehîn e ku li ser wê esasê dibe alîkar ku xwepêşandan, serhildan û daxwazên gel bikaribe ber bi pêş û serketinê ve biçe. Ew xalane mijarên hesas, kîlîlî û bingehîn in. Rewşek wisa derketiye ku hemû pêkhateyên civakî yên li Îranê û heta kesên din ên li herêmê û derveyî herêmê hatine hewara dengê azadiyê. Eger îro gel hem li Îranê, hem li herêmê û derveyî herêmê bi hewara wan daxwaz, dengê azadiyê û demokrasiyê ve hatine, mafdarbûna wê nîşan dide û bi awayeke xwezayî ne mafdarbûna aliyê hember ango rejîma Vêlayetê Feqîh (rejîma Îranê) nîşan dide. Ew xaleke girîng e. Bê guman divê xelk hişyar be û dîqet bikin. Hem rejîm bi xwe û hem jî kesên ku mixabin bi rengekî pratîkî yan jî hişmendî bi rejîmê re hevkariyê dikin, karîn vê xwepêşandan û serhildanê ji xeta wê derbixînin û ji rê derxînin. Bawer im di vê mijarê de xelk hişyar e, lê pêwîst e hîn bêtir hişyar bin. Ji ber ku wê daxwazkariya xwe ya giştî ku li ser bingehê Jin, Jiyan, Azadî bi dest anîne. Ji ber ku ev yek ji hemû pirsgirêkan û çendîn armanc ên dike bidest bîne re dibe bersiv. Pêwîst e gel hişyar be ku mixabin kesên gemar hene ku hem rejîm bi xwe hem jî kesên din in, wana ji rê dernexînin û sînordarê hin herêman û hin tiştên biçûk nekin. Ji ber ku niha ala ku gel hilgirtiye, dengê azadî û demokrasiyê ye û divê em azadî û demokrasiyê bi sînor yan herêm, çand û zimanekê taybet ve sînordar nekin û bi yekpareyî bigirin dest ku ya hemû mirovan e.”

Heften destnîşan kir ku mixabin îro hin kes yan heta hêzên cîhanî li ser esasê berjewendiyên bazirganî bi rejîma Îranê re têkiliya wan heye, heta yên dibêjin ku li dijî rejîma Vêlayetê Feqîh in yan jî doza azadî û demokrasiyê dikin, mixabin tenê li ser esasê mijarên ewlekarî û leşkerî yan jî mijara bombeya etomê ku îro bûye derdê wî rejîmê pêre muamele dikin û got; “Esas hin xeter tenê ew in, lê rastiya wî rejîmî rastiya dijî mirovî ye. Îro xetereya esas meseleya bombeya etomî ku di rejîma Vêlayetê Feqîh de heye nîne, belku meseleya mafê mirov, azadî û demokrasiyê ye. Di rastiyê de xetereya bingehîn di hişmendiya wê rejîmê de heye. Ji ber wê ew pêwîstiyeke ku hişyarê vê hêlê bin ku zextên li ser wî rejîmî pêwîst e li ser esasê ne tenê bombeya etomî ku binpêkirina mafê mirov, azadî û demokrasiyê ye be. Ji ber ku îro mixabin ew rejîme ji bo biçûktirîn tişt ku mafê mirovî ya her mirovekê ye, li şûna ku li ser esasê îradeya azad a wî nêzîkatî raber bike, li gorî wê destûr û yasayan çêbike û pêk bîne ku di cîhanê de bêhempa ye, zilmeke wisa li cîhanê nîne.”

Heften di berdewama nirxandinên xwe de anî ziman ku yên di hundir û derve ku bi rastî alîgirê azadî û demokrasiyê ne bikarin bi hev re bi rengê ku hevûdu temam bikin zextê bikin da ku rejîm neçarî paşve gav avêtinê bikin û wiha pêde çû; “Eger ew xwepêşandan û serhildana ku çêbûye li hin herêman sînordar bimîne û bar tenê li ser milê gel be, wê demê ger rejîm derfetê bibîne weke tê gotin wê rejîm dirindatiya xwe nîşan bide, lewma pêwîst e hemû pêkhate û mirovên azadîxwaz li herêmê û derveyî herêmê bi hewara daxwazên mafdar ên gel ve bên û alîkariyê bidin da ku wan daxwazên xwe bidest bînin.

DIVÊ ENIYEKE DEMOKRATÎK WERE AVAKIRIN

Roja îro ji bo hemû gel û pêkhateyên li Îranê avakirina eniyeke demokratîk a cemawerî pêwîstiyeke jê veneger e. Pêwîst dike ku em wê serhildan û xwepêşandana ku çêbûye bi rêxistin bikin. Rêxistinkirina wê serhildanê dibe alîkar ku gel zûtir û rasttir bigihîjin daxwazên xwe. Yek ji wana pêwîstiyeke ku eniyeke demokratîk a cemawerî ava bibe da ku bikaribe rola xwe ya dîrokî bilîze.”

Heften xîtabê herêmên Kurd û Kurdistanê jî kir ku got; “Divê em bikaribin di çarçoveya avakirina eniya demokratîk a cemawerî ya di asta Îranê de ji bo Kurdan jî eniya demokratîk a Kurd û Kurdistanî jî ava bikin. Bê guman îro pêwîst e partiyên heyî ji bo wê yekê rola xwe bilîzin. Helbet avakirina eniya demokratîk a cemaweriyê ya hem di çarçoveya Kurd û Kurdistanî û hem jî Îranî de tenê girêdayî partiyan nîne. Partî dikarin rolên xwe yên pêşengiyê bilîzin. Îro gel bang li me dike, li ser esasê ku bi rastî jî amade ye ku ji ber ew zilma heyî qebûl neke, jiyanê li ser esasê jiyaneke birûmet ava bike berdêlan jî bide û gel li ser wê bingehê peyamê dide me. Eger îro kesek bibêje ku min ev peyame nebihîstiye, agahiya min jê nîne, êdî ew ciheke ku mirovbûna wan dikeve ber pirsê, lazime pirsiyar bike bê ka gel di çi rewşekê de ye. Bê guman ji bo herêmên bi zaravayên Lek, Lor û Kelhorî dibêjim; bi taybetî ji bo herêmên Îlam, Loristan û Kirmanşanê banga min ev e ku her çiqasê hin herêm rabûne ser piyan, şehîd û birîndar jî hene, mirov wana dibîne û rêz û hurmet nîşanê wan dide. Kirmaşan, Şahabad, Îlam û hin herêmên li Lorêstanê rabûne ser piyan, lê pirsgirêk ew e ku nabe em bibêjin tenê li hin herêman e. Bi vî rengî nîne, bi vî rengî eger em bigirin dest wê demê dijmin ser dikeve. Li wê herêmê ango li herêmê Zagrosî ango Loristan, Kirmaşan û bi taybetî Îlam hin tişt hene ku di çanda me de pîroz in. Dema ku ew xirab bibin, weke li gel me tê gotin, qiyamet rabûye, îro di çanda me de di çek de pîroziyeke wiha heye. Eger îro dayik û xwişkên me laçkeyên xwe bavêjin erdê û heta laçkeyên xwe ji serê xwe rakin, ji bo me peyam û bang e ku êdî qiyamete û pêwîste wê jiyanê êdî qebûl neke. Çanda herêmê dizanin ku dayik û xwişkên me di demên taybet de laçkeyên xwe diavêjin erdê. Dema ku îro avêtin erdê êdî ew peyamê didin ku pêvajo hesas e û rewşeke ku divê her kes erkê xwe yê dîrokî, mirovî û civakî pêk bîne. Tiştek din a li herêmê pîroz e, kezî ye. Eger ku îro tu bixwazî nifiran li yekê bikî dibêjî keziyên te bên birîn. Başe rewşeke çawa heye ku dayik û xwişkên me keziyên xwe dibirin. Peyamekê didin me, pêwîste xelkê me yê wê herêmê wisa bigirin dest. Bibêjin ku ew jinên ku di asta giştî ya Îranê û heta derveyî wê radibin û laçkeyên xwe diavêjin, keziyên xwe dibirin, peyamê didin me, bang li me dikin û dibêjin, ‘ey mirovên ku heta roja îro we li hemberî wan rewşan destê xwe daniye ser hevûdu û tiştek nekiriye, ey kesên ku we heta raja îro helwesteke mirovî, exlaqî, civakî û wijdanî li hemberî zilm û bêedaletiya ku rejîma Vêlayetê Feqîh dike nîşan nedaye û bêdeng dimîne, yan jî helwesta we ji wê rewşê re nebûye bersiv’. Roja îro ew dayik û xwişkên me peyamê didin me ku îro rewşek e ku her kesê ku wî karî neke wê hesab jê bê xwestin. Wate bê helwestmayina li hemberî zilmê tê wateya tevkariya di wê zilmê de ye. banga min ji bo xelkê wan herêman û bi taybetî yên ji Loristan bigire heta Kirmaşan û Îlam û di serî de ev herêm bi giştî Rojhilat Kurdistanê eve ku divê îro her kes erka xwe ya dîrokî pêk bîne; îro eger Kurd navê sembola esasî ya “Jin, Jiyan, Azadî” ku li ser bingehê fikir û felsefeyek esasî û bingehîn çêbûye û pêş ketiye û ji daxwazên gel re dibe bersiv, pêwîste her kes piştewaniya wê bike û erka xwe ya dîrokî pêk bîne. Dengê ku îro bûye sedem hemû xelkên Îranê hevûdu bigirin, pêwîste her kes bersivê bide vî dengî. Ev rejîma Vêlayetê Feqîh û heta ne tenê ev rejîme belku sîstemam serwer a li ser Îranê bi salane li ser bingehê siyaseta “dabeş bike û birêve bibe” û li ser esasê derxistina nakokiyê di navbera gelên Îranê de di nava hewldanê de ye bi taybetî hewl daye ku li ser esasê ku weke gelekî cudayîxwaz, hilweşînerê rejîmê û nokerê biyanî navan li Kurdan dizeliqîne. Şerê taybet û derûnî birêve biriye û ji bo rêvebirina wê hemû derfetan bikar tîne. Ji ber ku heta roja îro rastî û heqîqeta gelê Kurd bi pêşengiya jina Kurd ji bo hemû gelên Îranî û yên herêmê îspat bûye. Ji ber wê yekê ye ku xelkê Azerî û yên din dibêjin, ‘xwişka me ye, Kurd xwişk û birayên me ne, rewşa ku ji bo wan derketiye em jî bi wan re ne û ne tenê bi axaftin belku bi kiryar piştevaniya wê yekê dikin’, bê guman xelkên herêma me jî xelkên ku nirxê tiştan dizanin û di mînakên berê yên weke erdheja li Kirmaşanê û lehiya li Loristanê qewimî de hevkarî û hevxemiya xelkên din dîtine û roja îro wê tiştekî bikin ku ew rejîma vêlayetê feqîh poşman bibe. Ji bo ku ev şerê taybet encam negire pêwîste gel yek bigirin û li ser esasê ku çarenûsa me yek e û jiyan, armanc û pêşeroja me yeke û ev jî avakirina jiyaneke birûmet a li ser bingehê pîvanên azadî û demokrasiyê ye; lewre divê li ser vê esasê bixebitin da ku bikaribin bigihîjin wan hedefane.”

Endamê Meclisa PJAK’ê Mezlûm Heften her wiha destnîşan kir ku hin daxwazên bi nirx hene ku divê îro gel ji bo wan bixebite û wiha axaftina xwe domand; “Hewce dike ku em hemû gel, çi ji destê wê/î tê ji bo ku bikaribin di çarçoveya wan daxwazan bi gihîjin encamekê bikin û bixebitin. Li ser çi bingehî? Li ser bingehê ku ew qanûna hîcaba neçarî ya danîne, qanûneke li dijî mirov, demokrasî û azadiyê ye. Divê gel wisa qebûl nekin. Pêwîst e ew qanûnan rakin. Ew polîsên dijî bê hîcabiyê, ew hêzên serkutger ên ku îro polîs, hêzên ewlekariyê, hêzên taybet, îttîlaat, supah û her kîjan bin, hewce dike ku ew bên rakirin. Eger îro li cîhanê supah terorîstî tê binavkirin û di wê rasteyê de hewldanek nayê dayin, divê bi fêmkirina wê rastiyê ve hewl bê dayîn ku ji bilî supahê wan hêzên din jî yên serkutgerî û şîdetê pêk tînin û di civakê de terorê dikin di asta navnetewî de zextek esasî bê kirin ku ew hêzên ku îro bi rengekî hovane Jîna Emînî û kesên din bi rengekî derexlaqî û hov qetil dikin û bi ser gel de terorê bi rê ve dibin, weke terorîzm bên naskirin. Li hemberî wana yasaya terorîzmê bingeh bigirin. Bêguman daxwazên din ên xelk dibêjin jî bi nirx in û li ser esasê ku guhertineke bingehîn di destûra bingehîn de bê çêkirin. Ji ber ku hemû wan felaket û zehmetiya ku ev gele pêre rû bi rû ne, di madeyên destûra bingehîn de mîna destûr hatine pênasekirin û îro wana li hemberî wî gelî weke zilm bi rê ve dibin. Guhertina demokratîk a destûra bingehîn li ser esasê ku hemû pêkhateyên civakî, hemû pêkhateyên Îranî bi hemû reng û cudabûnên xwe ve di wê destûra bingehîn de şirîk bin û divê li ser esasê demokrasî û azadiyê bê pêkanîn. Bawer im ku xelk hişyar in. Daxwazên xwe dîtine û hişyarî gihîştiye astekê ku di rastiyê de tirsa wan ji mirinê nîne, belku tirsa wan ji jiyana ne adilane û zalimane ye, ji vê yekê ye ku ber bi koletiyê ve biçin. Ji ber wê jî ew gel bûye xwedî daxwaz, hişyar bûye, maf û şêwazê jiyana xwe û çi ji wê re pêwîst e li ser esasê ku îradeya xwe ye û mirov e û xwedî fikir û îrade ye û pîvanên azadî û demokrasiyê nas dike; li ser vî bingehî hişyar bûye, bûye xwediyê daxwaz û ji bo ku bigihîje daxwazên xwe canê xwe û berdêlan didin. Çi astengî û pirsgirêkek li pêşiya wan hebe, bi cesaret ve bi ser de diçe û ber bi serketinê ve dimeşe. Di vê baweriyê de me ku ew hişyariya xelkê û daxwazgeriya wan wê roj bi roj berfirehtir û pijandîtir bibe û yekdest bûye. Dijmin hewl dide ku nakokiyan çêbike û astengiyên cuda ji bo wan derxîne, her wiha mixabin hin kes, alî û hêz hene ku yan bi rastî jî bi nezanî û ne famiyê hin tiştan dibêjin ku dibe bibe sedemê temamkirina asta desthilat; di vê mijarê de pêwîste hişyarî hebe ku ti kes nekeve nava xefikên ku rejîmê daniye. Dikarim wana bibêjim.”

KESÊN ŞEHÎD KETINE ŞEHÎDÊN AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ NE

Endamê Meclisa PJAK’ê Mezlûm Heften nirxandinên xwe bi wan gotinan bi dawî kir; “Di dawiyê de careke din hemû kesên ku jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî û hurmet bibîr tînim û wan kesên ku bi rastî ji vê xwepêşandan û serhildanê re pêşengiyê dikin silav û rêzên xwe dibêjin. Di vê baweriyê de ne ku xwedî derketina li şehîdan, ew kesên ku îro di vê xwepêşandanan de şehîd dibin ku bê guman ew şehîdên azadî û demokrasiyê ne û alîkarî dayîna ji bo kesên ku birîndar bûne, wê bibe sedem ku xelk zûtir bigihîje daxwazên xwe.”