Şenyaşar: Yên ku li dijî dayikan derkevin wê têk biçin

Malbata Şenyaşar ku Nobeta Edaletê didomînin gotin: “Dilê dayikan naşibe ti tiştî. Ev kesên ku li hemberî vê hêza dayikan derkevin wê têk biçin.

Xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên dayê Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên girtin û darizandin, di 9’ê Adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin.

Çalakiya malbata Şenyaşar di roja 565’an de jî berdewam kir. Di dawiya hefteyê de deriyê edliyeyê girtî ye lewma malbatê çalakî li mala xwe ya li Pirsûsê domand.

Malbatê li ser hesaba xwe ya medya dijîtal wêneyên Emîne Şenyaşar ku di dema dorpêça polîsan de Nobeta Edaletê didomîne, parvekirin û wiha gotin: “Ji wê dayîka bi temen dipirsin; ev hêrsa berxwedanê û hêza bêhempa piştî ewqas heqaret, bêdengî û gefan ji ku derê tê? Dilê dayikan naşibe ti tiştî. Ev kesên ku li hemberî vê hêze derdikevin, wê têk biçin. Daxwaza dayîkê edalet e û wê bi dest bixe.”