‘Mirinên li girtîgehan kuştinên siyasî ne, divê raya giştî deng der bixe’

Rêvebirê TÛHAY-DER’ê Selîm Ekîcî diyar kir ku mirinên li girtîgehan kuştinên siyasî ne û got: “Divê raya giştî deng der bixe.”

Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (Çûkûrova TÛHAY-DER), ji bo balê bikişîne ser binpêkirinên mafan li avahiya komeleya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê faşîzmê têk bibin, tecrîdê bişkînin” hate hilgirtin. Rêveberê TÛHAY-DER’ê yê Çûkûrovayê Selîm Ekîcî, da zanîn ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyeyê diqewimin di serî de pergala tecrîdê ya Îmraliyê belavî hemû girtîgehan bûne û got: “Tecrîd li tevahî civakê hatiye enjektekirin û ji bo cezakirina malbatan û her wiha girtiyan pêkanîneke berfireh hatiye destpêkirin. Her roj cureyên nû yên girtîgehan tên vekirin û tê xwestin ku girtîgeh bên dizaynkirin. Neberdana girtiyan û girtiyên nexweş wijdanê civakê bi awayekî kûr birîn dike.”

Ekîcî, destnîşan kir ku pêkanînên li dijî hiqûqa navnetewî li ser girtiyên siyasî tên sepandin û wiha berdewam kir: “Bêhiqûqiya li girtîgehan tê kirin û tedawî nekirina girtiyên nexweş, bû sedema texrîbateke cidî. Di serdema dawî de zêdeyî pêncî girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Ev tenê cînayetên siyasî ne ku nikarin bi şert û mercên girtîgehê bên vegotin. Herî dawî girtiyê siyasî yê bi navê Bariş Keve ku ji Girtîgeha Edîrneyê sirgûnî Girtîgeha Akçadagê ya Meletiyê hatibû kirin bi awayekî nediyar jiyana xwe ji dest da. Divê demildest berpirsiyarên van hemû bêhiqûqî û mirinan bên aşkerakirin. Em bang li hemû raya giştî ya hestiyar dikin ku di vê mijarê de bibin dengek.”