Salvegera Tevgera Azadî tê pîrozkirin

Partî û kesayetên siyasî sala 9’an a Tevgera Azadî bi serdan û peyamên xwe pîroz kirin.

Di salvegera 8’an a Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) de gelek partî, rêxistinên siyasî, kesayet, rewşenbîr, siyasetmedar û welatparêz serdan kirin û pîrozbahiyên xwe pêşkêş dikin.

Serdan saet 10:00’ê sibehê li navenda Tevgera Azadî ya li Silêmanî dest pê kir. Di serî de Şandeya KNK’ê, Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Nûnertiya Kongreya Star a li Silêmanî, Hîzbî Şuî, Nûnertiya PYD ya li Başûr, Tevçand Başûr, gelek kesayet û rewşenbîr serdana Navenda Tevgera Azadî kirin û pîrozbahiyên xwe pêşkêş kirin.

Di peyaman de daxwazên azadiyê û xurtkirina têkoşînê ya li dijî dagirkeriyê hate dayîn, her wiha banga yekîtiyê jî hate kirin.

Serdanên ji bo pîrozbahiyê didome.